‘Rhythm 0’ û xwezaya insan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Tebax 2024 - 00:20

  • Performansa bi navê “Rhythm 0” yek ji wan performansên balkêş a Marîna Abramovîc e. Bi vê performansa xwe di sala 1974’an de wêrekiya xwe di warê performansê de nîşanî hemû dinyayê da û xwest bi rêya hunerê sînorên bedana insan û her wiha bertekên li hember bedeneke bê tevger bibîne.

Hunermenda performansê Marîna Abramovîc 50 sal beriya niha bi performanseke balkêş a bi navê “Rhythm 0” balê kişandibû ser çalakiyên xwe yên performansê û heta niha jî çalakiyên xwe yên bi vî rengî didomîne. Di warê performansê de gelek nav hene ku mirov wan bi bîr bîne lê cihê Marîna Abramovîc cuda ye. Ji lewma di her performanseke xwe de bi mijareke balkêş derdikeve hemberî temaşevanan û gelek caran jî ji bo ku performansa wê pêk were bi talûkeyan re rû bi rû dimîne. Yanî hunermendeke wêreke jî û ji hin tiştan re texsîr nake. Performansa wê ya bi navê “Rhythm 0” jî yek ji wan îşê wê yê wêrek e.

Marîna Abramovîc di sala 1974’an de bi bedena xwe ya bê tevger derket pêşberî temaşevanan. Li gor rêgezên performansê ew ê 6 saetan bêyî tevger bisekiniya. Ji bo kesên ew ê bihatana serdana performansê wê maseyekê hazir kiribû kul i ser masê gelek alav hebûn. Wê dixwest serdêr bi van malzemeyan bi bedena wê wê ya bê tevger tiştekî bikin. Kîjan serdêr kîjan alavî bineqanda serbest bû. Serdêr çi jê bikirina jî ew ê dengê xwe nekira heta ku 6 saetên wê temam dibûn. Marîna Abramovîc bi vê performansê dixwest sînorên insanan bipîve bê ka ew dikarin ji insanekî çi bikin û heta kurê wî/wê biêşînin. Gava ku insan bi awayakî azad tevdigerin û di destê wan de alavên ji bo tacîzê hene dikarin çi bikin? Abramovîc dixwest bi vî awayî xwezaya insanan kifş bike û sînorên insanan baştir bibîne.

‘Ez jî alavek im, berpirsyarî ya min e’

Di nav alavên ku Marîna Abramovîc danîbû ser masê ev alav hebûn; pênûs, parfûm, neşter, birek, şîş, çek û gule…yanî gelek malzemeyên ku zirarê didan insanan û her wiha gelek jî yên bê zirar hebûn li ser maseyê. Wê bi giştî 72 malzeme rêz kiribûn li ser maseyê. Ji bo kesên dihatin ser masê wê digot; “Li ser maseyê 72 alav hene. Hûn kîjan ji van dixwazin dikarin li ser bedena min bikarbînin. Ev performanseke û ez jî alavek im…Di vê pêvajoyê de hemû berpirsyariyê qebûl dikim.” 

Giriya lê bedena xwe nelebitand!

Despêka performansê baş diçû lê ber bi saetên dawî gelek tişt hatin serê Abramovîc. Hin serdêr destê xwe dan bedena wê, wê maç kirin û gul dirêjî wê kirin. Paşê serdêrekî meqesekê da destê xwe û cilên li ser wê qetand. Kesekî stûyê wê xwîn kir da ku xwîn ji bedena wê birije. Hin kesan bi strîyên gulê zikê wê xwîn kirin û kesekî jî kêr li ranê wê xist. Gava ev tişt hemû pêk hatin Abramovîc giriya lê bedena xwe ti carî nelebitand û li hember van tiştan bê tevger ma. Di nav kesên ku hatin serdana performansê de du nihêrînên cuda hebûn. Hinek zalim û hinek jî kubar bûn. Hin kesan jî xwest hêstirên wê paqij bikin û Abramovîc biparêzin.

Xelk çi difikire û ew ê çi bike?

Lûtkeya performansê ew bû ku Abramovîc çeke ber bi eniya xwe ve bir. Ew li bendê ma ku hinek tetik bikşînin. Di dawiyê de ti kesî tetik nekişand lê ew bi vî awayî nîşan da ku ji bo hunerê dikare çiqasî balkêştir tevbigere û talûkeyan bide ber çavên xwe. Piştî ku 6 saet temam bû Abramovîc performansa xwe bi dawî kir. Kesên ku wê weke alav dîtin û xwestin zirarê bidin bedana wê cihê performansê terikandibûn û kes nexwest bi Abramovîc re rû bi rû bimîne. Abramovîc bi vê performansa xwe ya balkêş ku hem di warê zihnî û hem jî di warê fizîkî de zorê dide insanan dixwest pirsa; “Xelk di rewşeke wiha de li çi difikire û ew ê çi bike?” bibersivîne. Abramovîc paşê vê ezmûna xwe nirxand û got; “Heger hûn fersendê bidin xelkê ew dikarin bi rehetî hunermendan bikujin. Min vî tiştî ferq kir.”

Dixwaze sînoran kifş bike

Performansa bi navê “Rhythm 0” tenê yek ji wan performansên Marîna Abramovîc e. Di nav performansên wê de performansên Rhythm 10, Rhythm 5, Rhythm 2 û Rhythm 4 jî hene. Di her performansekê de hunermend hewl dide sînorên bedena insan ên li hember êş û westandinê kifş bike. Marîna Abramovîc tenê bi performansan re mijûl nabe her wiha ew bi psîkolojiya insanan re jî mijûl dibe û dixwaze zihn û bedena insan baştir binase bi rêya çalakiyên hunerî. Marîna Abramovîc tevî ku 77 salî ye jî bi rêya Enstîtûya Marîna Abramovîc xebatên hunerî dibe serî û ev xebatên wê xelkê di bin tesîra xwe de dihêlin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.