Li Norwecê lîstikvenek Kurd; Hemze Agoşî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 11 Tîrmeh 2025 - 16:45

  • Lîstikvanê Kurd Hemze Agoşî ku di fîmê “My Uncle Jens” de rola sereke wergirtiye li Norwecê ji bo xelata baştirîn aktorê fîlmên sînemayê weke namzed hatiye nîşandan.

Hemze Agoşî di hejmareke rêzefîlm û fîlmên Norwecê de rol wergirtiye. Ew 2 caran li Norwecê wekî baştirîn aktorê warê dramayê hatiye hilbijartin lê vê carê ji bo xelata Amanda ya baştirîn aktorê sînemayê namzed e.

Ji bilî vê jî fîlmê dawî yê ku Agoşî tê de rol lîstiye, dê hefteya bê li bajarê Munchenê di festîvala fîlman de bê nîşandan. Derfeteke baş e ji bo kesên li wir ku biçin fîlma (My Uncle Jens an bi gotina Kak Hemze -Mam Wêns) bibînin.

Hemze Agoşî got; "Xelata Amandayê mezintirîn xelata sînemayê li Norwecê ye û salane pêşkêşî komek aktor, dîzayner, produser, derhêner û kameramanan tê kirin.Ev xelat ji sala 1985an ve ji bo fîlmên Norwecê û biyanî tê dayîn û xelat peykerê jinekê ye wekî semboleke bilind a hunera welatê Norwecê ye."

Hemze Agoşî da zanîn ku hevrikên wî du aktrîsên Norwecî ne û di 16ê Tebaxa îsal de xelat dê ji kesê serketî re bê dayîn.

Li festîvala Munchenê tê nîşandan

Hemze Agoşî da zanîn ku wî berê jî du xelatên bi vî rengî wergirtine û ji bo nîşandan fîlm a li Festîvala Navneteweyî ya Munchenê jî wiha got: "Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Munchenê de salane 200 fîlm beşdar dibin piştî Festîvala Fîlman a Berlînê li Elmanyayê duyem festîvala herî mezin a fîlman e.  Bi sedan rexnegir beşdar dibin û fîlmê My Uncle Jens dê di 3yê meha bê de yekem car di festîvalê de bê nîşandan û paşê di 5ê Tîrmehê de dê dîsa bê nîşandan."

Agoşî diyar kir ku fîlmê My Uncle Jens li Emerîka, Îtalya û Norwecê hatiye nîşandan û pêşwaziyeke mezin lê hatiye kirin û di nêzîk de dê li London û Stockholmê jî bê nîşandan. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.