Edvard Munch û qîrîna giyanek

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Nîsan 2025 - 01:15

  • Edvard Munch di tevahiya jiyana xwe de êşên psîkolojîk kişand, lê bi hunerê van êşan nemir kir. Qîrîn belkî destkeftiya wî ya herî mezin e; ji ber ku heya cîhan bizivire, wê fikar û tirsên di nav mirovan de berdewam bin.

WELAT AYAZ

Di dîroka hunerê de hin tablo ji karên dîtbarî wêdetir diçin û dibin vegotinên bi hêz ku digihîjin kûrahiya giyanê mirovan. Şahesaziya Edvard Munch “Skrik” ango “Qîrîn” tam vê bandorê diafirîne. Ev berhema ku xem, tirsên hebûnî û tenêtiya mirovê nûjen bi şiklê xwe yê herî pak radixe ber çavan, di dîroka hunerê de bûye yek ji wêneyên herî berbiçav.

Edvard Munch: Jiyanek bermahîya trawmayan

Edvard Munch di sala 1863an de li Norwêcê ji dayik bû. Ew hîn 5 salî bû, dayik û xwişka wî ji ber nexweşiya tuberkulozê jiyana xwe ji dest dan. Di temenek biçûk de veqetîna ji dê, di jiyana hunermend de şopên kûr hiştin. Helwesta bavê wî ya olperest û zordar jî yek ji faktorên girîng bû ku cîhana wî ya giyanî bi teşe kir. Lê bandora herî girîng a li ser hunera Munch, bê şik ev pêşeroja trajîk bû. Rastiya ku ew gelek caran di tabloyên xwe de mijarên mîna mirin, tirs, melankolî û fikaran nîşan daye, dikare wekî bahozên cîhana wî ya hundirîn were şîrovekirin.

Qîrîn: Zimanê gerdûnî yê tirsê

Hunermend tabloya navdar ‘Qîrîn, di sala 1893an de temam kir. Qîrîn, ne tenê xebata herî naskirî ya Munch e, ew di heman demê de yek ji îfadeyên herî hêzdar ên hunera nûjen e. Hunermend îlhama tabloya xwe ji bîranîneke xwe ya sala 1892an girtiye. Munch di rojnivîska xwe de vê kêliyê wiha vedibêje: “Roj ava bû, ezman mina xwînê sor bû. Min xwe westiyayî hîs kir. Li ser pirekê rûniştim û min li der û dora xwe nihêrî. Du hevalên min li ber min dimeşiyan. Dema min li ewrên sor ên xwînî yên di ser bajar û jorê re derbas dibûn nihêrî, min tirseke mezin di hundirê xwe de hîs kir. Min qîrînek bêdawî bihîst ku ji xwezayê dihat.”

Ev gotin, tirsa hebûnê ya ku ji hêla tabloyê ve tê hîskirin radixe pêş çavan. Di tabloyê de figurê/a ku destên xwe daniye ser herdu aliyên ruyê xwe û li ber esmanekî gemar û tirsnak diqîre, tevliheviya cîhana hundirîn a mirovan temsîl dike. Di tabloyê de, tirsa li ser rûyê fîgurê/a bûye qîrîn; mîna ku bi qîrîna xwezayê re tevlihev be.

Cihê Qîrîn di dîroka hunerê de

Tabloya Munch a bi nave “Qîrîn” ji bilî xebatek hunerî, ew di destpêka sedsala 20an de bûye sembola hestê. Ev tablo ku yek ji temsîlên herî girîng ê tevgera ekspresyonîst e, bi şiklê xwe yê herî paqij û rasterast, dilgiraniya cîhana hundirîn a mirov nîşan dide. Rastiya figurê/a ku di tabloyê de bê cinsiyet û bê nasname ye, nîşan dide ku ew ne tenê ezmûna şexsî ya Munch e, lê di heman demê de temsîla tirsên hevpar ên tevahiya mirovahiyê ye. Vê berhemê bandoreke mezin li çanda gelêrî kiriye, bêhejmar car hatiye şîrovekirin û ji sînemayê heta reklamê di gelek waran de hatiye referansgirtin. Lêbelê, Qîrîn hebûna xwe didomîne; berî her tiştî, wekî karek hunerî ya ku qîrîna herî kûr a giyana mirovî radigihîne. Edvard Munch di tevahiya jiyana xwe de êşên psîkolojîk kişand, lê bi hunerê van êşan nemir kir. Qîrîn belkî destkeftiya wî ya herî mezin e; ji ber ku heya cîhan bizivire, wê fikar û tirsên di nav mirovan de berdewam bin.

Nîşe: Ev nivîs ji malpera PolitikArtê hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.