Fikr û fikarên li ser mîkroplastîkan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 16 Tebax 2025 - 00:40

  • Li ser rûyê vê dinyayê zindîyên herî zêde zirarê didin jîngehê bêguman insan in! Hunermend Benjamin Von Wong bi enstalasyona xwe ya “Mirovê Bifikar” balê dibe ser mîkroplastîkan. Ew bi vê enstalasyona xwe dixwaze di vî warî de nîqaşekê ava bike û vê meseleya girîng dîsa tîne rojevê.

Hunermend Benjamin Von Wong bi enstalasyonên xwe yên bêhempa, ku pirsgirêkên jîngehî yên wekî zêdebûna çopên elektronîk û plastîkên yekcarî tîne ziman, tê naskirin. Her çend ev pirsgirêk ji bo hebûna demdirêj a gerstêrka me bi teqez girîng in, enstalasyona wî ya dawî behsa mijareke ku potansiyela xisarê bide tenduristiya me dike: mîkroplastîk.

Di dema ku hewldanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo danûstandina Peymaneke Plastîkê ya Navneteweyî bi dawî dibin, Benjamin Von Wong ji 31’ê Tîrmehê û vir ve bi peykerê xwe yê 6 metroyî, ku çopên plastîk lê zêde kiriye, hebûna xwe nîşan da. Danûstandin dijwar bûn û niha wisa xuya nake ku rêber ji du sal berê zêdetir nêzîkî gihîştina lihevkirinekê bin. Lê belê tiştekî diyar heye ku karê Von Wong bi navê "Mirovê Bifikar" alîkariya pêşxistina nîqaşên li ser vê mijarê kir.

Ev kopyaya peykera navdar a Rodin, "Mirovê Bifikar", li ber Qesra Neteweyan a Cenevê, ku danûstandin lê dihatin kirin, hate danîn. Di dema ku danûstandin berdewam bûn, peykerê Von Wong bala medyayê zêde bire ser xwe û vê mijara girîng a ku di nav çerxa nûçeyan de tim winda dibû ji nûve anî rojevê.

‘Ne mumkin e bi heman awayî li cîhanê binêrî’

Benjamin Von Wong her çendî gelek caran pirsgirêka çopên plastîk anîbe ziman jî, hêj ji bo fêrbûna bandorên zêde bikaranîna plastîkê li ser tenduristiyê amade nebû. Axaftina wî bi lêkolîneran re û vedîtina bandorên mîkroplastîkan li ser tenduristiya me û tew li ser zarokên me yên hêj nehatine dinyayê, wî teşwîq kir ku yek ji enstalasyonên xwe yên herî bi bandor ê heta niha biafirîne. Von Wong nasîna xwe ya bi mîkroplastîkan re wiha tîne ziman; “Beriya çend salan di derheqê mîkroplastîkan de min gelek tişt bihîst, lê tişta ku di van demên dawî de bi rastî bandor li min kir, mezinahiya pirsgirêkê û nepeniya wê bû; bi taybetî jî kîmyasalên jehrî yên di nav plastîkan de. Gava ku tu têdigihîjî ku ev ne tenê di okyanûsan de, lê di xwarin, av, hewa û tew berî ku em ji dayik bibin di nav me de jî hene, ne mimkun e ku tu bi heman awayî li cîhanê binêrî.”

Çima ‘Mirovê Bifikar’ ?

Von Wong ji bo fikra destpêkê ya projeyê û pirsa “Çima Mirovê Bifikar” jî van tiştan anî ziman; “Fikr ji kêşeyekê derket: Meriv tiştekî nepen çawa dikare xuya bike? Bi saya peyekerekî îkonîk min xwest ji çand û ziman wêdetir herim. Mirovê Bifikar yê Rodin ne tenê ji ber ku semboleke bêdem a hizirkirinê û zîrekiya mirovî ye, lê her wiha ji ber ku beşek ji hunera Ewrûpaya kolonyalîst e, bêkêmasî bû. Me mîrateya pergaleke hêza kolonyalîst û îstîsmarî girtiye lê her wiha me mîrasa berpirsyarî û zirara ku hêzên kolonyalîst bi xwe re aniye jî girtiye. Versiyona min a Mirovê Bifikar jî vî barê hildigire. Di destên wî de pitikek bêçare heye, ji bo piştgiriyê xwe dispêre Dayika Erdê, û li dora wî zincîreke DNA ya mezin bi awayekî spiralî dizivire; ev yek bîranînek e ku biryarên me yên îro wê li nifşên pêşerojê jî bandor bike. Di dema danûstandinan de, ew hêdî hêdî di nav plastîkê de tê binavkirin, û giraniya rastî û mecazî ya bêçalakiya me, li ser pêşeroja me ya hevpar zextê dike.”

‘Huner bi piştgiriyê ava dibe’

Von Wong li ser zehmetiyên fînansekirina karên bi vî rengî jî axivî û got; “Hunermend, bi taybetî yên ku di qada aktîvîzmê de dixebitin, bi gelemperî yekem kes in ku ji wan tê xwestin ku bê pere tevkariyê bikin; wekî ku di galayekê de karên xwe nîşan bidin, ji bo saziyeke neqazancdar tiştekî biafirînin, an jî ji bo "armancekê" bibin bedewiyek ji bo bûyerekê. Her çend ez kêfxweş im ku karên min dikarin alîkariya pêşxistina mîsyonên kesên din bikin jî, rastî ev e: ev projeyên wiha tenê bi piştgiriya mirovan pêk tên.

Em di cîhaneke kapîtalîst de dijîn. Projeyên bi vî rengî yên bi îddîa û lojîstîkî giran, çavkaniyên rastîn hewce dikin. Heta ku zêdetir mirov dest bi fînansekirina hunerê wekî amûrekê ji bo guhertinê nekin, ev yek ne mimkûn e. Têkiliyeke rasterast di navbera pere û afirandinê de heye; lê di çanda me de, bi gelemperî nêrîneke nediyar heye ku kesekî din wê bikeve dewrê û fînanse bike. Vê carê şansê min hebû. Mirov hatin alîkariya min. Ji ber ku rastî ev e, eger piştgirî hebe, huner jî dikare hebe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.