Serhatiyên Ermeniyan û ‘Dadgeha Wijdan’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 00:47

BERÇEM CÛDÎ / NÛJINHA / KABONÊ

Di encama siyaseta ku li ser Ermeniyan hat ferzkirin, kesên ku ji qirkirina Osmaniyan rizgarbûn ji bo xwe bidin jiyankirin îro li gelek welatan belavbûne ku li Sûriyê jî hejmareke mezin ya Ermeniyan heye. Bi taybet Ermenên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi salan e li gel pêkhateyên din rêxistinbûna xwe ya civakî, jin, ciwan, leşkerî, siyasî, çand û hûnerî û hwd avakirin e ku têkoşîna zindîkirina nasname, çand û hebûna xwe dikin. Di heman demê de jî li pey hesabpirsîna ji qirkerên xwe ne.

Şano ku di qada hunerê de weke dayîka wê tê destgirtin, yek ji rê û rêbazên berxwedanê tê hilbijartin. Mihrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê a şanoyê ku niha li Kobanê tê li darxistin, bû derfeta ku Koma Ararat ya Ermeniyan serhatiyên ku beriya niha bi sed salî qewimîne li ser dika şanogeriyê pêşkêş bikin. Koma ku ji 8 lîstikvanan jê 2 jin pêk hat, şanoya bi navê ‘Dadgeha Wîjdanê’ ku xwe dispêre bûyereke rast hilbijartin. Di 15’ê Adara 1921’an de ciwanekî bi navê Soxomon Tehlîryan yek ji berpirsên herî mezin yên Osmaniyan ku yekser destê wî di qirkirina Ermeniyan de heye, Telhat Paşa qetil dike.

Bûyera ku li Berlîna Elmanya pêk tê, hikûmeta Almaniya Soxomon Tehlîryan digre û dadgeh dike. Di dadgeha ku di 2-3 Hezîrana heman salê de pêk tê, rastiya qirkirina Ermeniyan ku ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kirin tê vegotin û parvekirin. Di encama parvekirina bûyeran ji aliyê şahîdan ve dadgeh biryara serbesetbûna Soxomon Tehlîryan digre û ku ev dadgeh di sedsala 20’emîn de vedughere yek ji bûyerên herî bi bandor.

Serhatiya bi milyonan kesan vedibêje

Ev bûyera dîrokî bi 20 deqeyan ji aliyê koma Ararat ve hat pêşandan. Bi destpêkirina pêşkêşkirina şanoyê de bêdengiyeke mezin li  holê serwer bû, bi taybet jî di lihevanîna mûzik û dekora dikê de hewayeke wiha avakir ku mirov xwe di paşerojê de didît. Dema şahîdên bûyerê behsa serhatiyên xwe ji dadwran re dikin, laşê mirov dilerize û di mêjiyê xwe de xeyalan dihûne. Xeyalkirina bûyeran ewqas dijwar bû ku gelo rastî çawa ye. Bi taybet lîstikava jin a bi rola xwe bal dikşîne ser serhatiya zarokeke 9 salî û ya bi hezaran zarok û jinên Ermen. Di dîmenê ku ew pêşkêş dikê de bi gotin, qêrîn, liv û tevger, mûzik û dengê xwe wiha kir ku weke em bi çavên xwe bûyerên hatin jiyîn, bibînin. Ew dibêje; ez zarokeke 9 salî bûm û li gel bi hezaran zarok û jinên din ji aliyê leşkerên Osmaniyan ve têm girtin. Ew yên herî xweşik û lihevhatî hildibjêrin û wan tecawiz dikin. Yê min bi taybet çend kes dikevin pêşbirkê ka wê kî ji wan di destpêkê de min tecawiz bike, wiha jî yek li pey yekî min tecawiz dike. Hinek hevalên min bi qasî li ser hev û bê navber tên tecawizkirin, jiyana xwe ji dest didin. Ji xwe jinên ducanî jî zikê wan dihatin qelişandin ku ew jin tevî zarokên xwe mirin.

Rastiya ku li ser dikê teyisî

Lîstikkvana ku bi cesareteke mezin van bûyeran tîne ziman, bi hestên temaşevanên şanoyê wiha lîst ku atmosfereke ji xemgînî, hêrs, şoq û matmayînê ava kir. Hovîtî, zordarî, binpêkirin û bê pîvantiya Osmaniyan a ku beriya niha bi sedsalekê jin û civaka Ermen jiyankirin, bi riya şanoyekê re teysî ser dikê.  Ji aliyekî din ve, jinên ku di qetilkirin û qirkirinê re derbas bûn îro bûn e xwedî rêxistin û têgihîştina ku li dijî qirkeran hesab bixwezin û rastiyê bi rêbazê xwe vebêjin. Ji bo dîrok neyê ji bîrkirin, ji bo mirov dijminê xwe baştir nas bike şanoya ‘Dadgeha Wîjdanê’ careke din bîra hemû kesên ku tamaşeyî şanoyê kir zindî kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.