Nazîzmê bipelêxe!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Îlon 2024 - 00:58

  • Peykerê ku li îstasyoneke Osloyê hatiye çêkirin îşaret bi çalakiyên “Osvald-gruppen” dike ku li hember Nazîzmê li ber xwe dabûn. Peykerê  bi navê “Knus nazismen” çalakî û sabotajên komê û her wiha berxwedana wan bibîrtîne.

Li Îstasyona Trênê ya Rojhilatê Osloyê peykerekî çakûç, ku li ser qaîdeyekê dibiriqe. Ev çakûç ango peyker temsîla kom ango refên berxwedêr ên Norwecê ye. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de koma bi navê “Osvald-gruppen” yek ji wan komên berxwedêr bû ku li hember Naziyan çalakî û sabotajan li dar dixist. Ev peykerê ku di sala 2015’an de ji hêla Bjørn Melbye Gulliksen ve hatiye çêkirin hewldanên vê koma berxwedêr ên li hember faşîzma Naziyan bibîrtîne. 

Çakûçê ku weke peykerekî hatiye sêwirandin li ser qaîdeyê Xaça Naziyan parçe dike. Ji xwe navê peyker jî ev e; “Knus nazismen” (Nazîzmê bipelêxe). 5 endamên ku ji komê sax mane di dema çêkirina peykerî de alîkariya Bjørn Melbye Gulliksen kirin. Îstasyona Trênê ya Rojhilatê Osloyê (Østbanestasjonen) yek ji wan cihên girîng bû ku koma berxwedêr li wir sabotajan pêk dianî. Osvald-gruppen di sala 1942’an de Îstasyona Trênê ya Rojhilatê Osloyê bi bombeyan diteqînin. Ev çalakiya komê ya herî navad e. Wekî vê çalakiyê wan gelek çalakiyên din jî pêk anî li hember Naziyan û hikûmeta Norwecê ku wî zemanî piştevaniya Naziyan dikir.

Konfederasyona Sendîkayên Norwecê siparîşa peyker dide û piştî pêşbirkeke qamûyî biryara çêkirina vî peykerê tê girtin. Hin rexnegirên hunerê peyker rexne kirin û weke peykerekî ji rêzê dîtin. Her wiha wan ji bo peyker got; “bi hişmendiyeke kevn hatiye çêkirin û wehşî ye.” Lê li gel van rexneyan jî peyker weke bibîranîna çalakiyên koma Osvald-gruppen hate çêkirin û kesên ji peyker hezkirin jî gelek in. 

‘Em xemgînin ku xelk we qebûl nake’

Di sala 1995’an de dewleta Norwecê plaket da endamên komê yên ku sax mabûn û ji ber çalakiyên wan ên li hember Naziyan hatin pîrozkirin. Wezîrê Parastinê yê Norwecê, Anne-Grete Strøm-Erichsen jî di sala 2013’an de ji bo endamên komê yên ku sax mane gotibû; “Hûn çalakvanên ku di tarîtiyê de mane û leşkerê tarîtiyê ne. Em îro pir xemgînin ku xelk bi guman nêzî we dibin û we qebûl nakin.” Ji lewma piştî ku Şerê Cîhanê yê Duyem bi dawî bû endamên komê bi Partiya Sunde ya Kominîst û Yekîtiya Sovyetan re têkilî danîbûn. Ji ber vê nêzîkatî û têkiliya wan xelkê zêde guh neda wan. Ji xwe Partiya Sunde ya Kominîst paşê bi angaşta “îxaneta li welat” hate sûcdarkirin. Her wiha gelek kesan jî got ku endamê komê bûne sîxurên Sovyetê.

Ji bo azadiyê û hemû welatan…

Nîqaş û nihêrîn di vî warî de her çibin jî rastî naguhere û peykerê ku berxwedana vê komê bibîrtîne niha li ber îstasyonê disekine. Li ser kaîdeyê peyker gotineke wiha heye ku ji hêla Partiya Sunda ya Kominîst ve hatiye nivîsandin; “Ji bo azadiyê, ji bo hemû welatan, ji bo hemû çînan û ji bo hemû insanan hêja bû ku me li ber xwe da û şer kir.”

Osvald Gruppen

Ev kom nexasim di navbera salên 1941 û 1944’an de pirr çalak bû. Qederê 200 endamên komê hebû û ev kom axlebî li hember Naziyan sabotajan li dar dixist. Ji xwe navekî komê jî weke “Saborg” dibuhire. Li hember şer û Nazîzmê li ber xwe didan. 

Komê li Norwecê eriş dibir ser tesîsên Naziyan ên ku ji bo şer hatibûn damezirandin. Her wiha îstasyon û rêyên trênana jî cihê çalakiyên vê komê bûn. Kesê pêşengiya komê dikir Asbjørn Sunde bû. Ew kesekî kominîst bû. Li gor agahiyan komê bi qasî 110 çalakiyên ku weke sabotaj tên binavkirin li dar xistine. Osvald-guruppen gelek endamên Gestapoyê yên ku li Norwecê diman û ji bo Naziyan dixebitîn tasfîye kirin û têk birin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.