Bi îllûzyonekê ‘Şikefta Platonî’ ava kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Îlon 2023 - 00:15

Hunermendê Fransî JR, aliyekî avahiya Operaya Parîsê ya ku jê re “Palais Garnier” tê gotin, bi îllûzyonekê veguherand “Şikefta Palatonî” ya ku weke alegoriya felsefeyê tê nirxandin. Wî navê “Retour à la Caverne – Perde I – L'entrée de la Caverne” li xebata xwe kir. 

JR, bi înstalasyonên xwe û îllûzyonên xwe yên bi vî rengî, navdar e û wî berê jî însatalasyonên bi vî rengî çêkiribûn. Piştî ku wî li ser operayê ev înstalasyon çêkir, çar şevan li ser hev performansên lîrîk hatin îcrakirin. Operaya Parîsê bi xwe xwest ku JR înstalasyoneke wiha çêke. Înstalasyona JR dê heta 25’ê Îlonê li ser avahiya Operaya Parîsê bimîne.

Înstalasyona JR behsa derketina ji şikeftê dike; derketina ji şikeftê ya ku tê maneya zanîn û têgihiştina dinyayê. Ew bi vê înstalasyona xwe balê dibe ser felsefeya Platonî ya ku dixwest bi rêya şikeftekê, rewşa insanan rave bike. JR bi nihêrîneke nûjen huner û felsefeya klasîk bi hev re dinirxîne û ji bo aliyê Palais Garnier ku wî înstalasyonek li ser çêkiriye, got; “Çawa ku Palais Garnier di nav du zemanan de asê mabe, ev xebata min tesîreke bi vî awayî çêdike bi mirovan re.” 

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.