Talana li Efrînê dewam dike
Yekşem 7 Îlon 2025 - 17:20
- Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hikumeta Şamê xala hevpeymana 10'ê Adarê ku li ser vegera bi ewle ya welatiyên Efrînê misoger dikir, pêk neaniye û got: “Divê hikumeta nû ya demkî, erka xwe bi cih bîne û parastina welatiyan bike. Şert û mercên giran li ser welatiyan rakin.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi pêşengiya Fermandarê Hezên Suriyeya Demokratîk (HSD) di 10'ê Adarê de li Şamê bi Ahmed El Şara re hevdîtinek pêk anîn. Di wê hevdîtinê de hevpeymaneke ku ji 10 xalan pêk tê hat îmzakirin. Yek ji xala hevpeymanê ev bû ku koçberên Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dê karibin vegerin cih û warên xwe û dê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê jî ji herême vekişin. Lê ew xal pêk nehat û koçberên Efrînê hêj jî li benda vegerê ne. Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tekildarî rewşa dawî ya Efrînê axivî.
Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku li Efrînê komên çekdar ên giredayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê talanê dikin û wiha got: “Hikumeta Şamê xala hevpeymana 10'ê Adarê ku li ser vegera bi ewle ya welatiyên Efrînê misoger dikir, pêk neaniye. Niha li Efrînê tevliheviyek jî heye. Hin komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê derbasî Efrînê bûn û hêza HTŞ'ê ya li Efrînê ava kirin. Ew jî zilmê li gel dikin û destdirêjiyê dikin. Komek jî heye giredayî Tirkiyeyê ye. Îstîxbarata wan giredayî Tirkiyeyê ye. Biryarên wan bi destê Tirkiyeyê tê dayîn. Car caran bi hêza HTŞ'ê re jî tên hemberî hev lê hêza HTŞ'ê têrî wan nake. Çend roj berê jî hêzeke girêdayî HTŞ'ê derbasî navçeyeke Efrînê bû lê û nekarî koma girêdayî Tirkiyeyê ji wê derê derxîne. Hemû komên çekdar li Efrînê ne. Hejmara wan hinek kêm bûye. Lê desthilatdariya wan ji berê xirabtir e. Divê hikumeta nû ya demkî, erka xwe bi cih bîne û parastina welatiyan bike. Şert û mercên giran li ser welatiyan rakin. Ew komên çekdar jî li Efrînê derxînin. Her wiha divê welatiyên Efrînê jî bi ewlehî vegerin cih û warên xwe. Ew hikumeta niha ne serbixwe ye, helbet giredayî Tirkiyeyê ye.” AW/ENQERE/MAHÛMET ALTINTAŞ