Sed sal jî derbas bibe em ê vegerin Efrînê

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:05

Koçberên ji Efrînê destnîşan kirin ku divê saziyên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên xwe bê deng nekin û gotin, “Ger sed sal jî derbas bibe, em ê vegerin Efrînê.”

Koçberên ji Efrînê yên ku li bajarê Kobanê bi cih bûne, nêrînên xwe der barê binpêkirin, talankirin, wêrankirin û firotina mal û milkên xwe de ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê pêk tînin, anîn ziman.

Mehmûd Mistefa Îbiş diyar kir ku ew di 2018`an de ji Efrînê koçber bûn û wiha got: “Beriya çend rojan li gundê Qeretepe yê Efrînê eywanên dawetan û mekbesên xelkê difirotin hev. Ev hemû mal û milkên xelkê Efrînê ye. Çeteyên dewleta Tirk van binpêkirinan pêk tînin û her wiha kuştin, talankirin, revandin û îşkenceyê li dijî xelkê pêk tînin. Çete darên me yên zeytûnan yên bav û kalên me qut dikin û zeytûnên me didizin."

Mistefa Îbiş destnîşan kir ku ew ji saziyên mafên mirovan hêzî dikin ku li hemberî van binpêkirinê li Efrînê pêk tên xwe bê deng nekin û wiha pê de çû: "Em dixwazin vegerin Efrînê û êdî bes e ji koçberiyê re. Efrîn Efrîna me ye û daxwaza me li wê ye. Ger ku sed sal ji temenê me biçe jî em ê vegerin Efrînê."

Cemal Elo da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê ve mal û milkên xelkê Efrînê difiroşin û wiha got: "Çete bi van binpêkirinan dixwazin hêviyên xelkê Efrînê ji warê wan qut bikin. Çeteyên dewleta Tirk çi bikin bila bikin, tenê hêviya me vegera li Efrînê ye. Daxwaza me ye ku hemû cîhan çavê xwe ji van binpêkirinên li Efrînê re veke û çetan ji wir derxin ji bo ku xelkê Efrînê vegera Efrîna xwe ya rengîn.”

ANHA/KOBANÊ/SARYA ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.