TAJÊ serdana jinên Iraqî kir

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:59

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Bexdayê bi jinan re rûniştin û li ser rewşa jinan bi taybet jinên Êzidî û hemû jinên Iraqê nîqaş kirin. TAJÊ serdana Rabîta Jinên Iraqî, munezema xêrê ya jinan, cemiya azad ya kurdên Feîlî beşê jinan re li Bexdadê kir. Li ser fermanê û destkeftiyên jina Êzidî ya 10 salan, li ser rêxistin kirina civakê  bi pêşengtiya jinê di Şengalê de nîqaş hatin meşandin. Di hevdîtinan de fermana ku hatiye serê civaka Êzidî ku taybet jina Êzidî tê de hat qetilkirin, nîqaşên berfireh çêbûn. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî mijarek sereke ya nîqaşan bû. Avabûna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser çi bingehê ye, Yekîniyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ku çawa ava bûn û li ser çi bingehekê ava bûne nîqaşên berfireh hatin kirin. Di heman demê de li ser girîngiya rêveberiya xweser di Şengalê de û sîstema wê ger di Iraq de bê fermî kirin wê çiqas bandorekî erênî bi xwe re bîne. Di hevdîtinê de hat teqez kirin ku têkiliya jinên Êzidî  bi hemû jinên Iraqê re wê jiyanekî aram û wekhev di Iraqê de ava bike û ji bo bihêzkirina vê têkiliyê wê her kes ji aliyê xwe de kar û xebat bike.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.