Tablo û dermanên xwezayî yên Riwayda

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:30

Wênesaza jin ya ciwan Riwayda Cewher, gelek tabloyên xwezayê xêz kirine. Bi baweriya ku mirovan ji beriya bikaranîna madeyên kîmyawî, dermanên xwezayî bikar anîne, bang li gel dike ku vegerin ser bikaranîna dermanên xwezayî.

Riweyda Cewher, jineke ciwan ya 25 salî ye ya ji navçeya Derbendîxanê ye û Beşa Kompîtûrê qedandiye û niha li Kelarê dijî. Ji zarokatiya xwe ve bi eşqa wênesaziyê mijûl bûye, xewna xwe bicih aniye û gelek tabloyên xwezayê xêz kirine. Niha bi saya bandora dayika xwe derman û sabûnên xwezayî çêdike û gel jî berhemên wê bi cidî digire û bikar tîne.

Mamosteyên wê ew teşwîq kirin ku jêhatîbûna xwe pêş bixe. Piştî xwendina xwe bi komek ciwanên Derbendîxanê re Koma Sarînat ava kir û wêneyan li ser dîwarên dibistan, nexweşxane û mizgeftên Derbendîxanê xêz dikin.

Mirov berê dermanên xwezayî bikardianîn

Wênesaz Riweyda dibêje, wê li kêleka boyaxkirinê dest bi çêkirina sabûnên xwezayî jî kiriye. Ew fikir ji dayika xwe girtiye û ji zarokatiya xwe ve her pirsgirêkek ya tenduristiyê hebe, dayika wê ew şîret dikir ku dermanên Kurdî bikar bîne. Riweyda got; “Berî ku dermanên kîmyawî çêbibin, mirovan ji bo dermankirina nexweşiyan dermanên xwezayî bikar dianîn. Lê gel ji dermanên xwezayî dûr ketine, me hewl da ku em vê yekê bi mirovan bidin nasîn û ji wan re bibêjin ku vegerin berê. Ji ber ku dermanên xwezayî bi qasî dermanên kîmyawî zirarê nadin. Min çend kelûpel û sabûnên jinan çêkirine, hemû xwezayî ne, wek turmer, reş, qehwe, pelên şikeftan, ku her yek ji wan girîngiya xwe ya tenduristiyê heye. Ji bo alerjî, iltîhab û pirsgirêkên çerm têne bikaranîn.”

Divê derman bi şaşî tevlîhev nebin

Wênesaza jin ya ciwan Riweyda Cehwer Ruwayda berhemên xwe li malê çêdike, ew di wê baweriyê de ye ku divê dermanên xwezayî bi baldarî bên bikaranîn û tevlîhevkirina dermanên şaş dibe sedema jehrîbûnê. Ew her dem ji bo her sabûnê rûnek cûda bikar tîne, ku ji bo wî celebê sabûnê başe û bê zirar be. Her wiha wênesaza ciwan şiyanên dayika xwe bikar aniye da ku fêr bibe ka van madeyên bi hev re çawa têne bikaranîn. Riweyda bi rêya torên medyaya civakî berhemên xwe difiroşe.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.