Şuray Mîlî Muqawemet

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 26 Hezîran 2021 - 01:00

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(83)

hsghazi@gmail.com


Mêhdî Xanbaba Têhranî û dozî Kurdistan


Beşêk le giftugoy Hemîd Şewket legell Mêhdî Xanbaba Têhranî
Awrêk le bizûtnewewî çep le Iran le nawewe, giftugo legel Mêhdî Xanbaba Têhranî, çapî yekem beharî 1989

 

Şewket: Be hatne ser karî Benî Sedir wa wêdeçû ke wez'îyetî Kurdekan baştir bibê. Belam rewtî rûdawekan akamêkî dîkey lê kewtewe.

Xanbaba Têhranî: Duway helbijardinî serokkomarî wez'î Kurdekan baştir nebû. Egerçî Benî Sedir îdî'ay dekird hêndêk çareserî bo meseley Kurdistan hebûwe ke le layen Beheştî û destew dayerekeyewe dijayetî kirawe legel cêbecê kirdinyan. Belam  Benî Sedir bawerrî waş bû, hêzî awa hebûn ke be duruşmî dîke le rewtî çareserkirdinî dozî Kurdistan da karî têkderaneyan dekird. Be têperînî zeman, nakokî le nêwan Mucahîdîn û rêjîmî Xumeynîş tund bû. Le cereyanî pêwendî le naw Hîzbî Dêmokrat û Mucahîdîn, Hîzbî Dêmokrat pêdagrî dekird le ser damezrandinî berey hawbeş û bawerî wa bû, hîzbekan û rêkxirawekan debê herçî zûtir, ber lewey barudox bişêwê û xirap bê yek bigrin bo ewey le rojî pelamardiranî kotayî da çek nekrên. Rewtî ew giftugoyane her dirêj bûwewe û geyişte Cozerdanî 1360 [Juwenî 1981]. Be bilawbûnewey mîsaqî Benî Sedir û Recewî û derkewtinyan le wulat, Hîzbî Dêmokrat kewte helkewtêkî xirapewe. Çima le ber ewey ke ta ew demî yek le binaxe serekîyekanî damezranî bereyekî ewto bû û lepir û bê ewey ke kemtirîn zanyarî lemer îtîlaf û damezranî bereyekî awa hebê, xoy legel karêkî kiraw rûberû dedî. Bo Kurdekan ew tesewre hatbûwe gorê ke Mucahîdîn, hawpeymanêkî tazeyan peyda kirdûwe û temayane legel Benî Sedir rêbazêkî dîke bigirne ber û dena çon dekra bo mawey salêk sebaret be damezranî berey hawbeş legel Hîzbî Dêmokrat qise bikrê û qerar û medar danên û lepir ra legel Benî Sedir mîsaqêk bilaw bikenewe û rabigeyênin her layenêk prênsîpekanî bipejrênê, detuwanê legel ew îtîlafe bikewê.  

 

Şewket: Kardanewey Hîzbî Dêmokrrat le ast ew hellsukewtey mucahîdîn çi bû?

Xanbaba Têhranî: Hîzbî Dêmokrat le seretawe legel Şûray Mîlîy Muqawemet nekewit û tenya nwênerêkî narde Parîs û bîruray xoy be Benî Sedir û Recewî rageyand. Be bawerî min, Hîzbî Dêmokrat le berayekanî şoriş leber parastinî yekêtî giştî ta ew cêgay mumkîn bû le beranber rêjîmî Xumeynî da nermî nîşan da û her ew siyasetey le pêwendî legel Mucahîdîn û hêze opozîsyonekan dirêje pê da. Le ber ewe sereray ewey ke Mucahîdîn hîçyan bewan negutbû sebaret be îtîlaf legel Benî Sedir û gelaley mîsaq, piştîwanîyan kird le Şûray Mîlî Muqawemet.

 

Şewket: Be bê ewey be resmî legelî bikewn û bêne nawî?

Xanbaba Têhranî: Kurdekan rexney cîdiyan hebû le hêndêk le madekanî mîsaq, wek dewletî "Cimhûrî Dêmokratîkî Îslamî " û le ser ew bawere bûn, mîsaq le giştî xoy da le dûy pejrandinî qanûnî bineretî Cimhûrîy Îslamî deda, le katêkda ewan ew qanûnî binçîneyye le giştî xoy da berperç dedenewe. Belam duway ewey ke Qasimlû hat bo Parîs û Recewî qibûlî kird, dekrê bas le ser nawerokî mîsaq bikrê, Kurdekan legel şûra kewtin. Recewî qibûlî kird ta danîştine resmîyekanî şûra pêk bên û têyanda hemû nawerokî mîsaq bixrête ber gengeşe û dimeteqeyan le ser bikrê û ewey ke tewafuqî giştî le ser nebû bigordirê. Hîzbî Dêmokrat be pejrandinî şertêkî awa û formûlêk ke bo peywest bûn be şûra amadey kirdbû, endametî xoy le Şûray Mîlî Muqawemet da rageyand. Duway têperînî salêk, Hîzbî Dêmokrat daway le Şûray Mîlî Muqawemet kird ta şûrra boçûnî xoy lemer babetî xudmuxtarî Kurdistan be corêk rabigeyênê û lew bareye da gelaleyek pesind bika. Benî Sedir hebûnî gelaleyekî etoy be pêwîst nedezanî û be boçûnî min Mucahîdînîş dij bûn, belam dijayetî xoyan le pişt dijayetî Benî Sedir da deşardewe. Ew meseleye gewre bûwewe, ta ew cêyey ke metirsî helweşanî şûra hate gorê, duwacar wa biryar dira, ême rêgayek bo ew meseleye bidozînewe û boyeş, wek amajem pê kird, le Juwenî salî 1983 da, min û Behmen Nîrûmend bo muzakere legel rêberanî bizûtnewey Kurdistan û amadekirdinî gelaleyek sebaret be dozî xudmuxtarî Kurdistan çûyne wênderê.

 

Şewket: Demewîst ezmûnî xot lew sefere û ewey le nizîkewe lemer jiyan û xebatî xelkî Kurdistan dîtit bizanim.

Xanbaba Têhranî: Lew sefere ezmûnêkî çawrakêşim be dest hêna. Be taybetî le pêwendî legel xelkî asay Kurdistan. Le pêwendî legel pêşmergekan, werzêran û ladêye Kurdekan, çunke ber lewe tenya legel rûnakbîranî Kurd pêwendîm hebû û jiyanî xelkî Kurdim le nizîkewe nedîtbû. Ewey ziyatir le hemû şit serincî minî rakêşa ewe bû ke Kurdekan seyr awêtey ferhengî Iran bûn û şanazî pêwe deken. Katêk le qisekirdin legelyan ew babetem hêna gorê ke hêndîkan lew bawere dan Kurdekan ciyawazîxuwazin, wulam sade û raşkaw bû. Ewan deyangut: "Ême le Iran ciya bînewe? Eger temaşay mêjûy konî Iran zemîn bikeyn, ême le hemû Iranîyek Iranîtirîn. Eger biryar ciyabûnewe bê ber le ême Meşhedîyekan û Isfehanîyekan debê le Iran ciya bibnewe, çunke be qed ême legel mêjûy ew wulate awîte û têkel nebûn. Ême le serdemî madekanewe lew serzemîne jiyawîn û esle Iranîn." Le sefer bo Kurdistan zanîm ke şêwey serkut û dûçawkî be nîsbet Kurde Iranîyekan legel Kurdekanî danîştûy wulatekanî dî ciyawaz buwe, duway îmzakiranî peymanî Elcezayîr le nêwan dewletî Iran û 'Iraq le salî 1975, her dû rêjîm biryaryan da le lêware û perawêzî sinûrî her dû wulat ta çendîn kîlomîtir le danîştû xalî ken û nehêlin kesyan têda bijî, deretanî hat û çû le ser sinûrekan le naw berin. Ew perawêze 4 kîlomîtrîye heman nawçey be nawbang be nawçey muherreme ye . 'Iraq legel eweşda otonomî dawe be Kurdekan û Kurdekan le kabîney dewletî ew wulate da wezîryan hebû, destî kird be sûtandinî ew perawêze 4 kîlomîtrîye be bombî napalm û madey dîkey şîmyayî bo ewey deretanî jiyan lew nawçeye da nehêllê. Le katêkda le perawêzî sinûrî Iran karêkî awa nekra. Le Turkya êtnîsîtey Kurdekan qibûl nakrê û be Kurdekan delên "Turkî şaxawî". Le rastîda cige le serdemî Reza şa nebê ke serkutêkî tundî Kurdekan kira, Kurdekanî Iran be giştî le çaw Kurdekanî wulatanî dirawsê wez'îyetêkî baştiryan hebû.



Dirêjey heye….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.