Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 31 Çile 2026 - 00:55

Berevajî kirina Rastîyê

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 310(7)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Li gorî zaniyariya Hesenovê ku berê amaje pê hate kirin, beşekî girîng ji pirsgirêka Barzanî û Rehîm Qazî vedigere dema çalakî û hevkarîya wan di komîteya Hîzba Demokrat a Kurdistanê de li Bakûyê û paşguhkirina Rehîm Qazî ji aliyê Barzanî ve, lê ligel wê jî, bi kêmî ve hefteyê carekê bi hev re civiyane û karên xwe birêve birine.

5.Rehîm Qazî di babetekê de ku bersiva bîranînên Nûrî Şawêsê ye derbarê dijayetiya Barzanî bi wî re ji bo damezrandina ‘Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê’, înkar dike hebûna pirsgirêkekê wisa cidî di navbera xwe û Barzanî de heta salên dehêya 1950î:

‘Raste di salên dawîn de, gava Mela Mistefa li Moskowê niştecîh bû, çend kes ji wan Kurdan ên ku derheqê Yekîtiya Sovyetê nan kor bûn û em neçar man ji rêzên xwe derxînin ketine hewl û teqelayê ji bo çêkirina nakokî û netebayiyê di navbera Mela Mistefa û min de û deng û bas û gutegutên cihê cihê dûr ji rastiyê belav dikirin, bi wê boneyê çend rûniştinên me çêbûn ji bo me ron bû ku ji bo netebayî û nakokiya navbera me tu esas tune. Çend nameyên Mela Mistefa cem min hene ku ev ji Moskowê re ji bo min şandine û bi xeta xwe nivîsîne û di hemû wan nameyan de bi eşkere derdikeve holê ku Mela Mistefa heta çi radeyê rêz ji min re girtiye û razîbûna xwe ji karûbarên min nîşan daye.[Pêşeng. J 11]
Çend nameyên Barzanî û Qazî di salên 1950î [herwiha binêre belgeya hejmara 9] behsa hebûna têkiliyên di navbera wan de dikin, lê ew belgeyên di dest de heman demê amaje bi hebûna pirsgirêkan di astekê de dikin ku her du alî dijî hev rû li berpirsên Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê kirine.

‘Gava di sala 1954an de Mela Mistefa li Moskowê di dibistana bilind a partiyê [ya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê] wek guhdar amade bû, di hevdîtinekê de bi karbidestê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî F. W. Woloshin di 13ê Kanûna Yekem a wê salê de, daxwaza ragihandina zaniyariyên xwe li ser Rehîm Qazî ji hevalên Sovyetî kiriye. Li gorî zaniyariyên wî, Rehîm Qazî piştî hilweşîna Komara Kurdistanê hevalên Kurd kom kirine û dirûşma "Bimire Yekîtiya Sovyetê û bijî Qewamûseltene" daye û heman rojê çûye balyozxaneya Îranê li Bakûyê û daxwaza wergirtina vîzayê ji bo vegerê bo Îranê kiriye û hevalên xwe jî teşwîq kiriye heman karî bikin. Herwiha Barzanî behsa şandina diyarî bi nirxê Qazî Mihemed bo Mîrza Îbrahîmov di sala 1946 an de kiriye, lê lêkolîna komîsyonek, ku bo Bakûyê şandibûn ‘gumanên Barzanî li ser Îbrahîmov’ piştrast nekiriye.’
[Cemîl Hesenlî, binêre paşko ya hejmara 2]

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ji bilî çend kesan, piraniya wan ên ji bo xwendinê di xwêndingeha efseriyê ya Azerbaycanê, ji aliyê Komara Kurdistanê ve bo Bakûyê hatibûn şandin, vegeriyan Îran û beşek ji wan wek Xanî Bulûriyan û Qadir Mehmûdzade berdewamî bi têkoşîna xwe dan. Xenî Bulûriyan hate girtin û zêdetir ji 25 salan di zindana Îranê de ma û Qadir Mehmûdzade jî neçar bû di sala 1329ê hîcrî şemsî de vegere Yekîtiya Sovyetê. Xuya dike Rehîm Qazî jî li gorî raporta rêxistina nepenî ‘Heft’ di bin sernavê ‘Gavên destpêkê ji bo birêvebirina karên rêxistinî û siyasî li bakurê Îranê’ bi tarîxa 20ê Gulana 1947an, bi hêviya çûyînê bo Îranê bûye, lê piştî darvekirina birayê xwe poşman bûye.’ [Binêre belgeya hejmara 5]

Qadir Rehmanzade derbarê vegerê xwe û piraniya xwendekarên Kurd bo Îranê dinivîse:
‘Di wê navberê de dengûbasê wê yekê bû ku xwendekarên Kurd xuya dike li şûna şandina bo nîştiman, bên şandin bo Sîbîryayê, heman demê niyeta xortan jî ji hev ne diyar û sedema xemgînî û serêşiyê bû. Rehman Germiyanî û Seyd Kerîm Eyûbî û Hesen Hîsamî û Elî Gelawêj û efserên fexrî: Rehîm Qazî û Seyd Ebdulazîz [Şemzînî] amade nebûn ji bo vegerê bo Îranê. [Xatiratê Doktor Aso. 152]

Bêguman bawerpêkirina dezgeha ewlehiyê ya Sovyetê bi wê yekê ku Rehîm Qazî dirûşma ‘Bimire Yekîtiya Sovyetê’ daye, dikaribû ji bo Qazî pir giran biqede! Bi taybetî ger serdema Xoruşçov nebûya, dengûbasekê wisa dikaribû bibe sedema girtin, êşkence, dûrxistina Rehîm Qazî bo Sîbîryayê an kuştina wî di zindanê de.

Ji ber berdewamiya van pirsgirêk û netebayiyan, Rehîm Qazî di sala 1956an de nameyekê ji bo Nîkîta Xoruşçov, sekreterê Partiya Komunîst a Sovyetê [belgeya hejmara 10] û Mistefayêv sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycanê, [belgeya hejmara 11] dinivîse û daxwaza mudaxeleya rasterast a rêberiya Sovyetê dike ji bo dawîanîna bi propaganda Barzanî dijî xwe û rêberên Komara Kurdistanê ku canên xwe di rêka ramanên xwe de fîda kirin, û dinivîse:

Ji bo heval Xoruşçov N. S.
[…
Birêz Nîkîta Sêrgeyovîç, min herwiha rêzek pirsgirêkên şexsî yên girîng hene, ku pêwîstî bi mudaxeleya rasterast a Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê heye, ew celebê ku ez agahdar bûme, Mela Mistefa niştecîhê Moskowê mijûlê propagandaya tehrîkane dijî rêberên tevgera demokratîk a gelê Kurd e, ku bi destê emperyalîzma Amerîkî hatine kuştin. Herwiha Kurdên penaberên siyasî jî dijî min tehrîk dike.

...

Tîrmeh 1956, Seyfî Qazî. R. H

Wek ku berê amaje hate kirin, di Sovyetê de gelek caran rêberên siyasî yên partiyên çep û demokrat ên biyanî li gorî baweriya xwe bi ‘birayê’ mezin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên nav xwe, penayê dibirin ber rêberên Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê. Lê cihêtiya mezin heye di navbera name û raporkirinekê ku bibe sedema çêkirina pirsgirêkê ji bo aliyê beramber ligel hewldana dawîanîna bi van celeb pirsgirêkan û çareserkirina beşek ji nakokiyan.

Ruxmî hemû van pirsgirêkan jî, desteya nivîskarên rojnameya ‘Kurdistan’ li Bakûyê berdewam hewl daye ji bo aramkirina rewşê û çêkirina bingehekê ji bo hevkarî ligel Barzanî. [Binêre belgeya hejmara 12].
6. Di kovara ‘Mamostayê Kurd’ a çapkirî ya Swêdê bi sernivîsariya Kak Ferhad Şakelî, di hejmarên 17 – 18an de, rûpela 4, buhar û havîna 1993an, yanê du sal piştî wefata Dr. Rehîm Qazî, di binê nivîsa babetekê ya kesekî bi navê Mihemed Heme Salih Tofîq ku di 1/4/1993an de ji Silêmaniyê bo kovarê şandîye,belav bûye, Nivîskarê nameyê ligel bilindnirxandina ‘Mamostayê Kurd’ amaje bi wê yekê kiriye ku "hinek caran ligel nerînên hêja Dr. Rehîm Qazî ye ku di hejmarekê ya kovarê de belav bûye". [hejmara 6, buhara 1988] ".
didome…

Nameya Mela Mistefa Barzanî bi destxeta xwe ku di meha Şubata 1955

li Mosko re şandiye Bakoyê ji bo Rehîmê Qazî

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.