Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Sêşem 13 Çile 2026 - 10:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 307(4)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Di 15'ê Mijdara 1947'an de Barzanî bi nivîsandina nameyekê ji bo Stalîn, nerazîbûna xwe ji rewşa nebaş a Kurdên başûrê Kurdistanê li kolxozên Azerbaycanê dinivîse. [Jîgalîna r. 111]. Di heman tarîxê de, nameyekê jî ji bo Mîr Cefer Baqirov sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycanê û berpirsê karûbarên gelên Rojhilat nivîsî. [Barzanî r. 344 - 333] Stalîn bersiva nameya Barzanî nade, lê di dawiya mehê Mijdara 1947'an de ji bo cara yekem, Barzanî civînekê bi Mîr Cefer Baqirov re dike û daxwaza alîkariyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd û piştgiriya leşkerî û siyasî ji gelê Kurd dike. Piştî wê, gelek caran ev cure civîn dubare dibin [Jîgalîna 114]. Bi pêşniyara Barzanî û biryara dewleta Azerbaycanê, heta dawiya mehê Kanûna Yekem a 1947'an Kurdên penaber ên başûr ji bajar û gundên Azerbaycanê ve têne guhastin Bakûyê.
Piraniya Barzaniyan ji dema hatina xwe ji bo Azerbaycanê heta 23/12/1947'an yanî şeş meh, li derveyî Bakûyê li navçeyên Nexçîvan, Laçîn, bajar û gundên Şûşî, Agdem, Kelbecer û Agcebedî û ... jiyan û di rewşeke nebaş de li kolxozan kar kirin. 'Di wê demê de ku ew li kolxozan bûn, çend caran karmendên dewletê serdana wan kirin û her carê Kurd jî pê re bûn'. [Zirar Silêman 158].
Piştî anîna hemû Kurdên başûrî ji bo Bakûyê, têne guhastin cihê leşkerî li ber Behra Xezerê. Di 22'yê Kanûna Yekemê de jeneral [Selîm] Atakişyov serdana kampê penaberên başûrê Kurdistanê dike û piştî çend rojan, batalyonek bi fermandariya Esed Xoşewî tê pêkanîn. Ji aliyê Sovyetê ve ji bo kar bi Kurdan re 'Kazimov' [Selahaddîn Îsazade] ku di serdema Komara Kurdistanê de li Mehabadê bi navê 'Kaka Axa' rahênerê leşkerî bû, û çend efserên din têne diyarkirin. [Jîgalîna 114] Barzaniyan 'bi du beşên ciwan [ji 50 salî ber bi jêr] û pîr ve têne dabeşkirin û bi şêwazê leşkerî li du cihên leşkerî têne rêkxistin. [Zirar Silêman. 160 û 161].
Di 19'ê Çileyê 1948'an de yanî kêmtir ji mehekê piştî gihiştina hemû penaberên başûrê Kurdistanê ji bo Bakûyê, bi razîbûna dewleta Azerbaycanê, konferansek bi beşdariya nûnerên Kurdên Îran û Iraqê tê birêvebirin. Jîgalîna vê têkiliyê nîşan dide û dinivîse:
'Barzanî piştî rêkxistina hêzên xwe, dest bi çalakiyên siyasî kir. Di 19'ê Çileyê sala 1948'an de bi beşdariya nûnerên Kurdên Îran û Iraqê kongreyek girt û bername û belgeyên giring pêşkêş kir. Baldarî û piştgiriya Sovyetê, ruhê hêzên Barzanî zêdetir kir û bû motîvasyoneke baş ji bo berdewamiya têkoşînê....
Paşê hilbijartina rêberatiya siyasî ya Komîteya Rizgarîxwaziya Kurd ji nûnerên Kurdistana Îran û Iraqê hate birêvebirin. Ev komîte ji heft kesan bi serokatiya M. Barzanî pêk hat.' [Jîgalîna. 115].
Di cilda yekem a Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi amaje kirin bi kitêba 'Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd 1931 -1958, r. 234’ berhema Mesûd Barzanî, wekî çavkanî, bi vî awayî behsa wê konferansê hatiye kirin:
'Piştî arambûna rewşa penaberan û rêkxistina wan ji aliyê desthilatdarên Sovyetê ve biryara avakirina meclîsekê bi şêwazê hukumetekê ya demkî li derveyî Kurdistanê ji bo penaberên Kurd hate dayîn, ew bû ku bi armanca diyarkirina rêberatiyeke siyasî ya Kurdî, biryara girtina konferanseke fireh a hevbeş di navbera Kurdên başûr û rojhilatê Kurdistanê de ku piraniya wan ji endamên her du partiyên Partiya Demokrat a Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê pêk dihatin, hate dayîn.'
Di berdewamiya wî babetî de Amaje hatiye kirin bi sê xalan ji giringtirîn biryar û erkên vê civînê:1- Jeneral Mistefa Barzanî, serokê rêberatiya rojhilat û başûrê Kurdistanê be.

2.Vekirina beşa Kurdî li radyoya Bakûyê

3.Derxistina rojnameyeke bi zimanê Kurdî. Ku paşê bi rojnameya Kurdistanê hate nasîn. [Dîroka KDP r. 26]

Têbînî:

1.Derbarê meclîsekê bi şêwazê hukumeta demkî amaje hatiye kirin bi çavkaniya jimare 7 yanî kitêba Mesûd Barzanî r. 234. Lê di vê rûpelê û bi giştî di "beşa dozdehem – li Yekîtiya Sovyetê de" rûpel 231 heta 236 behsa tiştekî wisa nehatiye kirin. [Binihêre pêvek jimare 1] Wisa tê xuyakirin ku çavkaniya vê beşê bîranînên Zirar Silêman be.

2.Di vê civînê de ne behsa hukumeta demkî an serokatiya Mela Mistefa ji bo rojhilat û başûrê Kurdistanê,nehatîye kirin, lê behsa civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye kirin û Barzanî wekî serokê vê partiyê hate hilbijartin. [Di berdewamiya vê babetê de ev xal zêdetir tê şîrovekirinê]

3.Di wî serdemê de ne têgeha rojhilat an başûrê Kurdistanê, lê Kurdistana Îran û Iraqê belav bû.

4.'Ji mehê Mijdara 1947'an ve radyoya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê bi navê 'Heng' bername bi zimanên Azerî, Farisî û Kurdî belav kiriye,' herwiha ji aliyê Kurdên rojhilatê Kurdistanê ve rûpelek bi navê 'Kurdistan' di nav rojnameya Azerbaycanê de hate amade û çapkirin. Yanî berî civînê, rojnameya Kurdistanê di rûpelekê ya 'rojnameya Azerbaycanê de heftane du caran bi tirajê 2000 daneyî hate çapkirin û di nav penaberên siyasî yên Îranî li Azerbaycana Sovyetê de hate belavkirin'. [Raporta Mîr Cefer Baqirov ji bo Stalîn, Binihêre belgeya jimare 7].
Zirar Silêman Beg Dergelêyî yek ji penaberên başûrê Kurdistanê li Yekîtiya Sovyetê bi vî awayî behsa wê civînê dike:
‘ Ji nîşkve dengek hate ragihandin ku biryareke zêde giring ji rêberatiya Sovyetê derketiye. Bi razîbûna Encumena Bilind a Sovyetê û Partiya Komunîst û Encumena Wezîran a Sovyetê bi danîna meclîsekê ji bo Kurdên penaberan bi şêwazê hukumetekê ya demkî li derveyî Kurdistanê. Roja 19/1/1948'an ji bo girtina yekem civîna damezrandina meclîsa demkî ji bo Kurdên penaber li derveyî Kurdistanê dê diyarkirin û hat gotin Mîr Hecî Akrêyî bi amojgariya Mela Mistefa lîsteya wê rêk dixe û cihê her yek ji endamên meclîsê diyar dike. Ew kesên ku hatibûn diyarkirin ji bo endamtiyê ev bûn: Mela Mistefa serok, Şêx Silêman Barzanî, Mîr Hecî Akrêyî, Elî Mihemed Sidîq Barzanî, Silêman Beg Dergelêyî, Mihemed Necîb Berwarî, Ebdulrehman Muftî Amêdî, Seyd Ezîz Şemzînî, Rehîm Qazî Sablaxî û Elî Gelawêj Sablaxî. Di vê civînê de piştî xwendina gotarekê ji aliyê Mîr Hecî ve, lîsteya endamên meclîsê bi vî awayî hate ragihandin:

Mela Mistefa serok, Şêx Silêman Barzanî alîkarê wî û yên din li ser erkên serok cihê wan hate danîn (Mîr Hac, Mihemed Necîb Berwarî, Ebdulrehman Muftî, Rehîm Qazî, Seyd Ezîz Şemzînî, Silêman Beg, Elî Gelawêj, Elî Mihemed Sidîq)

didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.