Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 19 Kanûn 2025 - 00:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 305(2)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran Emîn Awe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

'Pêwîst bi gotin nîn e ku bajarê Moskow, hêviya kedkarên   hemû cîhanê û dilê hemû gelên azadîxwaz û pêşketinxwaz ên cîhanê ye; em wekî nûnerên cemawera gelê azadîxwaz li Moskowê dinêrin, hema wekî wan misilmanan ku rû bi Mekkeyê dikin. Ji bo îlhamwergirtina zêdetir, em xwestekê gihiştina dîtina Moskowê heye.' [Binihêre belgeya jimare 2]


Li gorî biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Yekîtiya Sovyetê di sala 1954'an de, hemwelatiyên biyanî û neşaromendên rûnişttî yên Yekîtiya Sovyetê [armanc penaber in] diviya her sê mehan carekê, xwe bi polîsê cihê rûniştina xwe bidin nas kirin û navê xwe tomar bikin, û sefera demkî ya wan ji bo bajarên Moskow, Lênîngrad, Soçî û Yalta tenê li gorî wergirtina moletiya taybet ji Îdareya Giştî ya Polîs a girêdayî Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Yekîtiya Sovyetê rê dihat dayîn. Ev qanûn penaberên siyasî yên Îranê jî di Komara Azerbaycanê de digirt ber xwe, ku di dawiya sala 1946'an de piştî serkutkirina tevgera demokratîk a başûrê Azerbaycanê (Îran) koçî Yekîtiya Sovyetê kiribûn. Lê li gorî wê yekê ku penaberên siyasî yên Îranê berevajî biyanên din, mîna şaromendên Sovyetê di warên cûrbecûr ên pîşeyî de beşdar bûn, li zanîngehan bi xwendinê mijûl bûn û di wan salan de ku rûniştîyê  Komara Azerbaycanê bûn,bi jinên xelkê Sovyetê re zewcî bûn, tomarkirina wan li gorî biryara Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê  di salekê  de carekê  bû heta radeyekê hêsankarî ji bo sefera demkî ya wan ji bo bajarên navbirî hate kirin. [Binihêre belgeya jimare 3 bi Rûsî]


Di sala 1956'an de li Azerbaycana Sovyetê 10 hezar penaberên siyasî rûniştî ya Komara Azerbaycanê bûn, temenê 5600 kesên wan li jor 16 salî bû û ji wan 2925 kes endamên Firqeya Demokrat a Azerbaycanê bûn. [Mistefayêv r. 10]


Bûyerên tal ên serdema rêberatiya Stalîn, Beriya û Baqirov, bi taybetî di dehiyên 1930'î heta destpêka 1950'î ne tenê gelê wî welatî, belkû penaberên biyanî û bi taybetî Îranî jî da ber xwe.


Kêm nebûn ew kesên di asta rêberiya Partiya Komunîst a Îranê de wekî Husên Şerqî, Kerîm Nîkbîn, Murteza Elewî, Awtîs Soltanzade, Ebdulhusên Hesabî (Dêhzad), Ebulqasim Zerrê û Nesrullah Eslanî an Ehsnullahxanê Dostdar yek ji rêberên Komara Şûrayî ya Sosyalîst a Îranê, û sedên kesên din ku baweriya wan a rastîn bi hukumeta Sovyetê û Stalîn hebû, bi sûcê 'dijminê gel' hatin girtin û di dehiya 1930'î de li zîndanan de hatin gulebarankirin an li kampên karê zorê yên Sîbîrya û Asyaya Navîn serê wan tê de çû. Seîd Cefer Pîşewerî yek ji rêberên navdar ên Partiya Komunîst a Îranê û rêberê Firqeya Demokrat a Azerbaycanê jî bi sedema bûyereke otmobîl ya gumanbar, di havîna 1947'an de canê xwe ji dest da û piraniya 'Fîdayiyên' çekdar cuda cuda li gundên Azerbaycanê belav kirin û beşek jî ji bo Qazaxistanê dûr xistin. Piştî guhertina plan û siyasetên Moskowê di têkiliyê bi Rojhilata Navîn re, Kurdên Barzanî jî di dawiya sala 1949'an de li Uzbêkistanê, rastî heman çarenivîsa Azerbaycaniyan  hatin û ji bo demeke berçav li gund û bajarên wê komarê belav hatin kirin.


Bêguman di hawîrdoreke polîsî ya wisa de, di nav penaberan de jî, dibe ku kes hebûbin ku li gorî bawerî bi sîstema Yekîtiya Sovyetê û ji bo berjewendiyên li dijî sîstema kapîtalîst û sîxurên wî an ji ber berjewendiyên takekesî, herwiha bi sedema tirs û parastina canê xwe û malbata xwe, alîkariya dezgeha ewlekariyê ya wî welatî kiribin. Di vê haletê de bêguman divê ew sîstem bi sûcdar were zanîn ku penaberekî bêçare li gorî baweriya bi ramanên çep û sosyalîst û azadîxwazane, an ji ber tirs û parastina canê xwe û malbata xwe neçarî van cure karan dike.
Ligel hebûna van cure kesan jî, nayê qebûlkirin û nabê bê hebûna belgeyeke cihê bawerî û îspatkirî buxtan li kesekî were kirin û li gorî kîn û nefretên şexsî, pirsgirêk û nakokiyên navpartiyê, bi nerast tometa karekî nekirî lê were dayîn û kesayetiya wî û malbata wî were birîndar kirin.

Hatina Barzaniyan ji bo Azerbaycanê

Di payîza 1324/1945'an de sê Kurdên rojhilatî - Mistefa Şelmaşî, Xesrew Zulfeqarî û Rehman Helewî dest bi xwendina dersê li Zanîngeha Tibê ya Bakûyê kirin [Helewî 117-86].


Di bihara sala 1325/1946'an de salek berî hatina Kurdên başûrî ji bo Yekîtiya Sovyetê, nêzîkî 60 xortên Kurd jî ji aliyê Komara Kurdistanê ve ji bo xwendinê li dibistana leşkerî, hatin şandin Bakûyê. Piştî hilweşîna Komara kêm temena Mahabad ya Kurdistanê, piraniya wan ciwanan bi dilê xwe vegeriyan an wekî Helewî û Zulfeqarî hatin şandin Îranê, lê beşek ji Kurdan wekî Rehîm Seîfî Qazî, Elî Gelawêj, Ezîz Şemzînî, Hesen Hîsamî, Soltan Wetemşî, Kerîm Eyûbî, Rehman Germiyanî, Mistefa Şelmaşî û Hamîd Xosrewî li Yekîtiya Sovyetê man, û bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê di têkiliya rasterast de bi Firqeya Demokrat a Azerbaycanê re, berdewamî bi xwendin û çalakiya siyasî û rojnamevaniyê dan.


Kurdên başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî di 17-18'ê Gulana 1947'an de ji Çemê Arasê derbasî axa Azerbaycana Sovyetê bûn. Barzanî di 40 rojên pêşîn de ji pêşmergeyên xwe veqetiyabû û di odeyek de ya wekî zîndanê li Nexçîvanê hate ragirtin [Jîgalîna. r.111-110] û paşê hate şandin ba hevalên xwe. [Zirar Silêman Beg Dergelêyî. 153].


Di 23'ê Hezîrana 1947'an de rêxistina veşartî 'Heft' di protokolekê de digel behskirina pirsa Kurdên Azerbaycanê, û hatina Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo Komara Azerbaycanê, pêşniyar dike, Kurdên Barzaniyan wekî desteyekî serbixwe an têkel bi desteya 'fîdayiyan' a Firqeya Demokrat a Azerbaycanê ji bo kar û çalakiya dahatû ya wan li Azerbaycana Îranê bên bikaranîn. Ew nerîn û pêşniyarên 'Heft'ê herwiha ji bo Baqirovê serokê Azerbaycanê jî hatine şandin [Binihêre belgeya jimare 6 ya vê babetê].


Di 29'ê Eylula 1947'an de Mela Mistefa tê şandin Bakûyê. [Jîgalîna. 113]Li gorî biryara dewleta Yekîtiya Sovyetê di Cotmeha 1947'an de tê biryardan ku sê desteyên piyade, yekeya topxane, desteya endezyariyê, desteyeke agahî û zanyariyê û desteyeke tankê ji yekîneyên Barzanî bên pêkanîn. Ji aliyê Wezareta Hêzên Çekdar ên Yekîtiya Sovyetê ve erkê rahênana van yekîneyan, bi 25 efserên artêşa Sovyetê tê spartin. [Bogay 35, Mûsakî. 78]
 Didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.