Li parêzgeha Helebceyê zêdetirî 150 şûnwarên dîrokî yên weke, qela, gir, şikeft, goristan, mizgeft û gelek cihên din hene. Niha şûnwarên dîrokî yên Helebceyê ber bi windabûnê diçin.
Rêveberê şûnwarên dîrokî yê Helebceyê Karwan Îsmaîl derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî. Karwan got ku li Helebceyê gelek şûnwarên dîrokî hene û herêm di warê şûnwaran de dewlemend e.
Hikûmet ti xercekê nake
Karwan dibêje; “Hertim metirsiya tinebûna şûnwaran heye, ev metirsî çi xwezayî bin yan jî destkariya mirov bin. Wek aliyên peywendîdar jî em hertim parastina cihên dîrokî dikin. Lê di asta pêwîst de jî parastin nayê kirin. Ji bo parastin û nûjenkirinê jî Hikumeta Herêmê ti xercek nekiriye.”
Ji bo şûnwaran ti tevdîr tine ne
Cihên dîrokî yên li Helebceyê beşek girîng ji şûnwarên Herêma Kurdistanê pêktîne, lê hikumet heya îro bi qasî pêwîst bi hewarê neçûye. Gelek ji wan cihên dîrokî rûxiyane û metirsiya tinebûnê li ser heye.
Endezyara bi navê Saye Faruq jî derbarê mijarê de axivî û got; “ Herêmên Hewraman û Xurmal di warê cihên dîrokî de beşek girîngin, lê ji ber guherîna rewşa hewayê beşek ji wan cihan ber bi tinebûnê diçin û ti tedbîr jî nayên girtin.”
Di dawiyê de Sazî Faruq got; “Divê em ji bo parastina van berheman belgeyek baş amade bikin û çi dema avahî hilweşiyan, carek din em weke berê wan şûnwaran ava bikin.”
ROJNEWS/HELEBCE