Tabloyên wê dengê jinan e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Tebax 2023 - 16:37

  • Befrîn Îbrahîm: Êş û astengiyên ku di nav civakê de li pêş jinan hene, ji bo min bûn îlham da ku ez dest bi çêkirina tabloyan bikim. Ew bûn sedem ku ez bixwazim bi rêya tabloyan peyama jinên êşkişandî ragihînim. Ez dixwazim bi tabloyan bibim beşek ji şoreşa li dijî sîstema zilamsalariyê.

MEHRAN REMEZAN / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Jina ciwan Befrîn Îbrahîm, bi xêzkirina tabloyan bûye deng û rengê êşa jinên Kurd. Befrîn bi firçeya xwe ya wêneyan êş û zehmetiyên jinan radigihîne.
Befrîn Îbrahîm xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hîna ji zarokatiya xwe ve heskirina wê ji çêkirina wêne û tabloyan re hebûye. Ew maneyeke vegotinê li hunerê şêwekariyê bar dike û dibêje, bi reng û tabloyan mirov dikare peyama xwe bigihîne xelkê. Ji ber wê Befrîn hewl dide bi rêya xêzkirina tabloyan peyamên cuda bigihîne civakê.

Befrînê ji temenekî piçûk ve dest bi çêkirina wêneyan kiriye; wê wnesazî û şêwekarî wiha ji xwe re kiriye huner. Û heta niha jî vî hunerê xwe dewam dike. Befrîn ev sê sal in li gel hevjînê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê niştecih bûye. Befrîn li Silêmaniyê karê xwe dike û tevlî pêşangehan dibe.

 

Malbata wê her bûye alîkara wê

Befrîn Îbrahîm diyar dike ku her çiqas li Rojhilata Navîn sîstema baviksalarî li pêş pêşketina jinan bûye asteng û azadiyên jinan desteser kirine jî, lê malbata wê her tim jê re bûye alîkar. Befrîn dibêje, “Malbata min her tim bi min re bûye alîkar, niha jî ez zewicîme û hevserê min alîkariya min dike.”

 

Heta niha 500 tablo çêkirine

Befrîn Îbrahîm da zanîn ku wê heta niha qederê 500 tabloyan çêkiriye û bi rêya tabloyan wê kariye peyama rastiya bûyerên civakê bigihîne cîhanê. Befrîn dibêje, “Êş û astengiyên ku di nav civakê de li pêş jinan hene, ji bo min bûn îlham da ku ez dest bi çêkirina tabloyan bikim. Ev êş û zehmetî bûn sedem ku ez di xêzkirina tabloyan de karê xwe dewam bikim û bixwazim bi rêya tabloyan peyama jinên êşkişandî ragihînim. Ez dixwazim bi tabloyan bibim beşek ji şoreşa li dijî sîstema zilamsalariyê.”

 

Bedena xwe xera nekin ji bo mafan kar bikin

Di dewamê de Befrîn Îbrahîm da zanîn ku beşek ji jinan ketine xefika sîstema sermayedariyê û wiha dewam kir: “Her çiqas ji berê ve jinan ji ber kevneşopiyan nedikarî kar bikin û parastinê li mafên xwe bikin jî niha ta radeyekê azadî ji bo jinan çêbûye û jin tevlî hin karan dibin. Lê hinek jin ketine xefika sîstema sermayedariyê û jêhatina xwe paşguh kirine. Wan bala xwe hemû daye ser ciwankarî, estetîk û tiştên xeyalî. Bi rêya neştergeriyên ciwankariyê bedena xwe wek amûran lêkirine. Lê divê jin hemûya kar ji bo mafên jinan bikirana.”

Befrîn Îbrahîm diyarkir heta niha tevlî şeş pêşangehên li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Befrîn got “Ez plan dikim li gel hin hevalên xwe yên din ku ew jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û li Silêmaniyê niştecihin, li Silêmaniyê jî pêşangehên şêwekarî vekin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.