
Xwîşkên bi navê Razî Emeranî (43) û Mîdya Emeranî (32) li gel biraziyê xwe Silêman Emeranî yê 6 salî, li xaniyekî ku hîn nehatiye temamkirin, derî û pencereyên wê tune ne, pêşangeha resman vekir.
Pêşangeh duh (22 Mijdar) li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo hat vekirin. Malbata Emeranî sala 2019`an ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê neçar man ku koçî Qamişlo bikin. Razî Emeranî dayika 4 zarokan e. Dema li Serêkaniyê bû, di ber karê xwe yê malê re wekî behreyek karê neqişandinê kiriye.
Piştî ku koçber bûye sala 2023`an bi nexweşiya penceşêra memikan ketiye. Li aliyekê bi nexweşiya xwe re mijûl bûye, li aliyê din jî hest û hêrsa xwe li ser paçan neqişandiye. Bi demê re jî neqişandin wekî pîşeyekê derketiye pêş.
Razî Emeranî 22`ê Mijdara 2024`an ji nexweşiyê rizgar bûye. Her çi qasî çûye nexweşxaneyê û derman bikar anîne jî, Razî karê neqişandinê wekî çavkaniyek xelasbûna ji penceşêrê dibîne. Lewma vê rojê wekî rojbûneke nû dibîne.
Razî Emeranî dibêje ku dema ew nexweş bû, li behreya xwe ya neqişandina li ser paçan vegeriyaye û nexweşî ji bîr kiriye.
Giraniya xwe dide ser karên şêwekariyê
Di dema nexweşiya xwe de Razî neqişandinên xwe di Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya li bajarê Qamişlo pêşkêş kirine. Mîdya Emeranî jî zimanê Ingilîzî xwendiye û li Serêkaniyê mamosetiya zimanê Ingilîzî kiriye. Di navbera karê xwe de şêwekarî kiriye û bi demê re wekî pîşeyekê pêş xistiye. Piştî koçberiyê mamostetî nedomandiye, lewma giranî daye karê şêwekariyê. Di vê navberê de biraziyê xwe Silêman Emeranî jî fêrî şêwekariyê kiriye.
Pêşangeha ‘Ji Cih Wêdatir’ vekir
Her du xwîşkan û biraziyê wan jî, jiyanîbûnên xwe kirine mijarê resim û neqişandinên xwe. Fikra pêşangehê jî ji aliyê Mîdya ve hatiye vegotin. Piştre jî hersêyan bi hev re biryar girtine ku berhemê xwe di pêşangehekê de pêşkêş bikin. Pêşangeh li bînayeta ku mala Mîdya jî tê de hatiye vekirin, li qateke ku hîn nehatiye avakirin û derî û pencereyên wê tune ne, berhemê hersê şêwekaran tên pêşkêşkirin. Li gorî her du xwîşkan neqiş û resimên wan, ne tenê xêzkirineke, lewma navê pêşangeha xwe kirine “Ji Cih Wêdetir”.
Di pêşangehê de 22 neqşandinên Razî, 22 tabloyên Mîdya û 30 tabloyên Silêman cih digirin. Mîdya dibêje ku di hewşa mala wan a li Serêkaniyê de darek Henarê hebûye, lewma di tabloyên xwe de sembola Henarê bikar aniye û ew jî Serêkaniyê tîne bîra wê.
Mîdya Emeranî dibêje ku hêviya wan vegera li Serêkaniyê ye.
Pêşangeh wê heta 24`ê Mijdarê vekirî bimîne.
ANHA/QAMIŞLO














