Şûnwareke yekane li deşta Şarezûrê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:34

Ekîbeke hevbeş a Rêveberiya Midûriyeta Arkeolojiyê ya Silêmaniyê û Zanîngeha Chubu ya Japonyayê, cîhekî girîng ê arkeolojîk li girê Yasîn Tepe yê li bajarokê Tancero yê ser bi Silêmaniyê dît. Dîroka vê şûnwara hanê heta bi zêdetirî 2 û 500 salan diçe.

Rêveberiya Arkeolojiyê ya Silêmaniyê bi hevkariya zanîngeha Japon a Chubu li bajarokê Tancero yê Silêmaniyê cihekî arkelojîk yê serdema Asûriyan dît. Ev şûnwara hanê ya weke Yasîn Tepe tê naskirin li deşta Şarezûrê ye.

Derbarê mijarê de Parêzgarê Silemaniyê Heval Ebûbekir piştî hefteyekê ya xebitîna ekîba arkeolojiyê de, berhemên gelek girîng û yekane yên arkeolojîk dîtin.

Dr. Heval Ebûbekir da zanîn ku li gorî tebeqeyan, dîroka deverê ji serdema neolîtîk heta serdema Îslamê diguhere û got;  “Ev tîme li ser berhemên arkeolojîk yên serdema Asûriyan dixebite û bermahiyên xaniyan, kolanan û cihên goran, tevî parçeyên arkeolojîk yên kêm û bêhempa yên serdema Asûriyan dibîne.”

 

Bi endezyarî hatiye çêkirin

Herwiha Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir da zanîn ku ew erdê keşfa arkeolojîk lê hatiye kirin, gelekî balkêş e û bi kevirên bêhempa hatiye xêzkirin. Em dikarîn bêjin ku bi awayekî endazyarî hatiye çêkirin û gelek balkêş û girîng e.”

Derbarê xebatên paşerojê yên di warê arkeolojîk û dîtina berhemên dîrokî de, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir eşkere kir ku Rêveberiya Arkeolojiyê ya Silêmaniyê bi hemahengiya li gel ekîba zanîngehên navnetewî, kurseke perwerdeyê ji bo çend alavên ku di warê arkeolojiyê de têne bikaranîn, wê veke ku di testên arkeolojîk de bê bikaranîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.