Daxwaz tinekirina hemû Kurdan e

În 15 Adar 2024 - 00:51

Beriya çend rojan di bin navê Pasewanên Sinor ên Iraqê de ku ew jî hemû ji efser û alîgirên PDK’ê pêk tên, hêzek zêde li devera Kanî Masî û Şêladizê hatibû bicihkirin. Wezareta Parastinê ya Tirk ji bo nîşan bide ku ew li gel pasewanên sinor civiyane, ala Herêma Kurdistanê ya li ser cilên rayedarên PDK’ê sansur kir. Di derbarê planên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê de, Siyasetmedarê Kurd Mesud Ebdulxaliq ji Rojnews’ê re axivî. Ebdulxaliq di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hevkariya li gel dewleta Tirk, dijminahiya beramberî gelê Kurd e û got:“Hêzên dewleta Tirk tenê ji bo hinek aliyên diyar nehatiye nav xaka Kurdistanê. Bi planeke berfireh hatiye hemû aliyan tune bike û xaka Herêma Kurdistanê dagir bike.”

Mesud Ebdulxaliq destnîşan kir ku hevkariya bi dewleta Tirk re zirareke mezin dide gelê Kurd û got:“Dewleta Tirk dixwaze bi rêya partiya desthilatdar planên xwe yên li dijî partiyek Kurd pêk bîne, hêzên Roj li dijî gerîlayên Kurdistanê, heta êrişî Qendîlê bike. Ev hêz li ser esasê Herêma Kurdistanê hatiye avakirin, nabe ku desthilat bi vê hêzê şerê Kurd dijî Kurd bike. Partiya desthilatdar bi gelê Kurd û xelkê Kurd re li hev nake, ketiye bin kontrola dewleta Tirk. Dewleta Tirk ne tenê li dijî aliyek diyar ê li Başûrê Kurdistanê ye, li dijî hemû aliyên li her çar beşên Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk tu carî nebûye dostê gelê Kurd. Ji bo wê hevkariya bi Tirkiyeyê re zirareke mezin dide doza gelê Kurd.”

Sîxurî ne ehlaqî û mirovî ye

Siyasetmedar Ebdulxaliq her wiha qala kiryarên terorî yên dewleta Tirk ên li nava xaka Başûrê Kurdistanê kir û got:“Sîxurî û hevkariya ji planên dewleta Tirk ên li dijî parçeyên din ên Kurdistanê nemirovî û bê exlaqî ye ku bandorê li her Kurdekî dike. Ji ber ku armanca dewleta Tirk a dagirker tûnekirina destkeftiyên tevahiya gelê Kurd. Ez bang li rêveberên PDK’ê dikim xwe berçav derbas bikin, beşdarî planên dewleta Tirk a dagirker nebin. Bêguman dewleta Tirk ger di şerê xwe yê li gel gerîlayên Kurdistanê de serbikeve, dewleta Tirk wê piştre hewla tunekirina hemû aliyên din ên Kurd PDK jî di nav de, bide.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.