Serjimêrî bidawî bû
Şemî 23 Mijdar 2024 - 02:15
Komîsyona Bilind a Serjimêriyê ya li Herêmê ragihand ku ji bo ji sedan sed niştecihên Herêmê tomar bikin, pêvajoya qonaxa duyem ya serjimêriya giştî ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.
Komîsyona Bilind a Serjimêriyê ya li Herêma Kurdistanê têkildarî pêvajoya serjimêriya giştî ya li Herêmê tê meşandin daxuyaniyek belav kir. Hate ragihandin ku piştî peywendî û hemahengiya li gel Wezareta Plandanînê ya Iraqê têkildarî pêvajoya temambûna serjimêriyê ya li Herêmê û navçeyên din ên Iraqê, biryar dan ku pêvajoya qeydkirina malbatan ji bo rojek din were dirêjkirin. Hêjayî gotinêye ku di 20 û 21’ê Mijdarê de ji bo qonaxa duyem ya serjimêriya giştî ya li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, qedexeya derketinê ji bo 48 saetan hatibû ragihandin. Piştî temambûna 48 saetan qedexeya nav bajaran hate rakirin, lê qedexeya hatinçûna nav parêzgehan ji bo temamkirina pêvajoya serjimêriyê heta îşev saet 12’an hate dirêjkirin. Waliyê parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Teha têkildarî pêvajoya serjimêriyê bi daxuyaniyekê agahiyên nû belav kir. Rêbwar Teha ragihand ku pêvajoya serjimêriya Kerkûkê bi serkeftî bi dawî hat. Hêjayî gotinêye ku piştî 27 salan li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî hate lidarxistin. Li gorî Wezareta Plandanînê ya Iraqê ragihandî, pêvajoya serjimêriyê bi awayek baş derbaz dibe.
ROJNEWS