Ji bo namzetan dem diyar bû

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:58

Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di derbarê dema tomarkirina navên namzetên hizb û hevpeymaniyên siyasî yên ji bo parlementoya Herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya komîsyonê de hat diyarkirin roja 14’ê Adarê roja dawî ya tomarkirina navên hizb û hevpeymaniyên siyasî ye ji bo hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê.

Her wiha di derbarê dema tomarkirina navên namzetên hizb û hevpeymaniyên siyasî ya ji bo hilbijartina parlementoya Herêmê de jî komîsyonê got:“Ji roja 13 ta 22’yê Adarê dem hatiye diyarkirin da ku namzetên hizb û hevpeymaniyên siyasî ji bo hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê navên xwe tomar bikin.” Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha 29 namzetên serbixwe li Hewlêrê ji bo hilbijartina parlementoyê navên xwe tomar kirine. Tê payîn roja 10’ê Hezîrana 2024’an ji aliyê Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve, ji bo dema şeşemîn a Parlementoya Herêmê hilbijartin pêk were. Heta niha 39 hizb û hevpeymanên siyasî navên xwe ji bo hilbijartinê tomar kirine. Li gorî biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê kursiyên kota nemane û hejmara kursiyên Parlementoya Herêmê bûne 100 kursî.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.