Danasîna ‘Dîroka Rojnamegeriya Helebce’ 

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:36

Sendîkayên Rojnamevanên Kurdistanê û Navenda Geşepêdana Çalakiya Welat, doh kitêba rojnamevan Nizar Kerîmî ya li ser dîroka rojnamevaniya Helebce da nasîn.

Sendîkayên Rojnamegerên Kurdistanê û Navenda Geşepêdana Çalakiya Welat, li baxçeyê Navenda Geşepêdana Çalakiya Welat merasîmek ji bo danasîn û bexşîna pirtûka Dîroka Rojnamevaniya Helebce’ a rojnamevan Nizar Kerîmî hat kirin.

Nivîskar û rewşenbîr Necmedîn Gûryan kitêb da nasîn, piştre beşdaran nihêrînên xwe anîn ziman.

 

Dîrokeke kevin û rojnamevanî

Nivîskarê pirtukê Nizar Kerîm jî got: “Ev pirtuk der barê dîroka rojnamevanî û lêkolînan de ye biqasî ku min li ser rojnamevaniya Kurd dîtiye, bihîstiye û xwendiye li Helebce ji sala 1953’yan heta Gulana sala 2023’yan li 82 dezgehên rojnamevaniyê hebûn, ji derveyî nûnertiya kanalan niha tenê 14 dezgeh dewam dikin. Armanca me bi belavkirina vê pirtûkê ew e ku dîroka rojnamevaniya kevin heye, destpêkê avakirina rojnamevaniyê li vî bajarî hebû, me dikaribû dîroka vî bajarî tomar bikin.”

JÎNHA/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.