Sûcê şer û êşkencê dike

Pêncşem 24 Adar 2022 - 22:15

  • Dewleta Tirk dîlên Efrînî yên ku çeteyên wê yên dagirker revandine û eşkence li wan kiriye, dadgeh kirin, ceza li wan birrî û di hepsê de tevî ku nexweş in, nahêle bên dermankirin. 

Komeleya Mafên Mirovan doh da zanîn ku girtiyên Efrînî yên nexweş ên di Girtîgeha Yayladagi ya Hatayê ya dewleta Tirk de dîl têne girtin, nayên dermankirin. Yanî jixwe revandina wan ji Rojava, dadgehkirina wan li Tirkiyeyê sûcekî şer e. Bi ser vî sûcê şer de jî, girtiyên nexweş nayên dermankirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Hatayê, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Yayladagi ya Hatayê de raporek amade kir. Rapor li ser hevdîtina parêzerên ÎHD’ê ya li gel girtiyan hat amadekirin û binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rû bi rû mane, di raporê de cihê xwe digirin.

Rûmeta mirovahiyê binpê dikin

Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên ji Efrînê li girtîgehê hene, îtîraz û parastinên wan li ber çavan nayên girtin û mafên wan ê dadgehkirina adilane û parastinê tê binpêkirin. Rapora ÎHD´ê got, ew ê têkildarî tiştên diqewimin, miracaetî Dadgeha Destûrê ya Tirk bidin.

Di raporê de hat gotin, girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû mane û girtî ji ber ku ditirsin miracaetî rêveberiya girtîgehê nakin û mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku qedexekirina tiştên li dijî rûmeta mirovahiyê û êşkence û muameleya xerab tê binpêkirin, û divê derbarê girtiyan de di warê hiqûqa ceza de demildest lêpirsîn bê destpêkirin.

Çeteyan ew revandine

Di raporê de hat gotin M.M.D. û M.V.Î. sala 2018’an li Efrînê ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine revandin û êşkence li wan hatiye kirin û pişt re jî, van çeteyên dagirker ew radestî dewleta Tirk kiriye. 

Di raporê de hat destnîşankirin ku her du dîlên ji Efrînê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê” hatine cezakirin û her du girtî di heman qawîşê de ne û nêzîkî 4 salan e bi 12 kesan re yên ku xwe wek “serbixwe” pênase dikin, tên ragirtin.

Bi êşkencê girtin derman jî nakin

Di raporê de hat destnîşankirin ku M.M.D. bi rêya parêzeran diyar kiriye ku ew ji aliyê çeteyên dagirker ve li Efrînê hatiye binçavkirin û êşkence lê hatiye kirin, û ji ber ku gule berdanê, lingekî wî hatiye jêkirin û parçeyên şarapnele di laşên wî de hene. Di raporê de hat gotin dema girtî dibin girtîgehê jî tundiyeke giran lê tê kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku her tim cezayên dîsîplînê li A.S.T. û M.M.D. tên birrîn û ji ber ku girtiyên dîl nayên dermankirin, rewşa wan nebaş e û her ku diçe rewşa wan girantir dibe.

HATAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.