Li ser sînor leşkerên Tirk 35 sivîl kuştin
Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:24
- Sala 2021`an li ser sînorê di navbera dewleta tirk û Sûriyê de leşkerên Tirk 35 kes kuştin û di nava van kesan de jinek û 8 zarok jî hene.
Sala 2021`an li ser sînorê di navbera dewleta tirk û Sûriyê de leşkerên Tirk 35 kes kuştin û di nava van kesan de jinek û 8 zarok jî hene.
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belge kir ku di sala 2021`ê de leşkerên Tirk li ser sînorê bi Sûriyê re 35 sivîl kuştine. Yek ji wan jin û 8 zarok bûne.
24 sivîl li Idlibê hatine kuştin, yek ji wan jin û 5 zarok bûne; leşkerên Tirk 9 sivîl li Hesekê, kesek li Reqayê û kesek jî li Helebê kuştine.
SOHR`ê bang kir da ku dosyaya kuştinên li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirk ve, ji dadgehên navneteweyî yên taybet re were şandin da ku kujer werin cezakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN