
MUHAMMED KAYA/BERLÎN
Navenda Bîrê ya Berlînê (HMB) 8'ê Nîsanê webînarek bi beşdariya hevrêvebera Komîteya helsînkî ya li Meceristanê (HHC) Márta Pardavi û parêzera mafê mirovan Ceren Uysal li dar xist. Uysal li Înstîtuya Ludwig Boltzmann lêkolera mêvan e. Sernavê webînarê “Krîza Mafê Mirovan” bû. Akademîsyen Ozgur Sevgî Goral moderatoriya wê kir. Di webînarê de awir çûne ser binpêkirinên mafê mirovan ên ku vê dema dawî li Tirkiye û Meceristanê zêde dibin. Li ser guhertinên siyasî yên rê li ber vê rewşê vekirî, êrişên li dijî serweriya hiqûqê, guhertinên qanûnan ên li dijê civaka sivîl, û amûr û rêbazên din ên zextê minaqeşe hat kirin.
Ceren Uysal got, Tirkiye li ber totalîtarîzmê ye û dewlet hiqûqê weke amûreke zextê li dijî muxalifan bi kar tîne. Uysal got, berxwedan û nerazîbûn encaman li dijî vê helwêstê digirin. Wê got, protesto encama pêvajoyeke danehevê ne û di dawiya wê de jî heq weke temînatekê derdikeve holê. Wê wiha dewam kir:"Em dikarin êdî xweparastinê bikin."
Márta Pardavi jî îşaret bi guhertina destûra bingehîn a sala 2010'an a li meceristanê kir û got, ji bo parastina mafê mirovan hewldanên ciddî hene, lê rewş ji hingê xirabtir bûye: "Berê jinan, Romanan ji bo ku karibin ji mafên xwe sûdê wegirtin, pirr zehmetî dikiandin. Lê ji 2010'an ve rew xirabtir bûye."
Meseleya Kurdistanê bû ya temamê Tirkiyeyê
Piştre parêzer Ceren Uysal li ser zilma li dijî Kurdan peyivî û got, "Herçî şideta dewletê ye, miameleyeke adilane bi tevgera Kurd re nayê kirin. hizreke halo heye: Weke ku Rewşa Awarte nû be, weke ku dadgeh berê siyasî nebûne; lê ev ne rast e. Mesele ew e ku Rewşa Awarte, berferehbûna pirsgirêka li Kurdistanê ye, ew êdî ne pirsgirêka Kurdan tenê ye, ya Tirkiyeyê hemûyî ye."
Li ser pirsekê parêzer Uysal got, "Gava Omer Faruk Gergerlioglu hat girtin, diviyabû Komîsyona Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê bêhtir nerazîbûn nîşan bidana. Lê nerazîbûn nîşan nedan. Berjewendiyên hevpar hene. Em bînin bîra xwe, Pezmana penaberan a YE û Tirkiyeyê heye. YE dewleta Tirk weke nobetdarê sînor dibîne. Ji ber vê jî bêcezahiştin heye. Bi vî rengî gelê kurd li Tirkiyeyê bi tena serê xwe tê hiştin."















