Rojek berî rojekê wan berdin
Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:57

- Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, li Enqere, Stenbol û Izmîrê bal kişand ser rewşa Adem Amaç, Atîlla Coşkun, Eser Morsumbul.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 371’emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist.
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa yek ji girtiyên nexweş ên giran Adem Amaç ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Afyonê girtî ye. Çevîrmen, da zanîn ku di nameya ku ji aliyê Amaç ve hatiye şandin de tê diyarkirin ku di zikê wî de 3 birînên vekirî hene, her tim xwîn û îltihab ji wan diherike û pêwistiya wî bi emeliyatê heye. Lê tevî ku gelek caran rakirine nexweşxaneyê jî nehatiye emeliyatkirin.
Nahêlin li derve emeliyet be
Çevîrmen, got Amaç ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û wiha behsa wî kir: “Beriya 14 salan di encama birîndarbûnê de di organên wî û masûlkeyên wî de xisareke ciddî pêk hatiye, pişt re emeliyatên kolostomî, gnastamoz û protestîk derbas kirin. Her wiha ji ber enfeksiyon û abseyên piştî van emeliyatên giran bi pêş ketin, 12 caran emeliyat bû.”
Her wiha Çevirmen got, malbata wî xwestiye emeliyatên mayî li derve çêbin ji ber vê yekê jî daxwaz kirine cezayê wî bê taloq kirin lê tu encamên erênî negirtine.
Çavên wî kor bûne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî 499’emîn çalakiya “Rûniştina F” a heftane li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên Komîsyonê vê hefteyê, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Atîlla Coşkun ê 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê ragirtin.
Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, parve kir ku di mejiyê Coşkûn de tumor heye, çavên wî kor bûne.
Acettîn, bi lêv kir ku Coşkûn ji sala 2015’an ve li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê girtin.
Acettin, diyar kir ku nexweşiya Coşkun di sala 2007’an de hatiye tespîtkirin û berî ku tedawiya wî were kirin hatiye destgîrkirin. Acettîn, da zanîn ku dixwazin tedawiya Coşkun bi dermanên janê û birînê bibin serî û wiha axivî: “Li gorî agahiyên malbata wî dane; mezinbûna tumora di mejiyê wî de didome û ji sedî 90 çavên wî nabînin. Li gorî agahiyên bijîşkan dane jî; emeliyateke mejî ku were kirin ji sedî 90 felç an jî rîska mirinê dihewîne û ji ber lênêrîna piştî emeliyatê hewce dike, di şertên girtîgehê de nikare were emeliyatkirin.”
Ji sedî 70 astengdar e
Her wiha Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Izmîrê jî (ÎHD) ji bo girtîyê nexweş Eser Morsumbul daxuyanî da. Eser Morsumbul niha li Hepsa Şakranê girtî ye û rapora wî a, ji sedî 70 astengdar e, heye. Rêveberê ÎHD a Îzmîrê Ahmet Çîçek got, divê rojek berî rojekê Eser Morsumbul bê berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN















