Di salekê de 12 hezar û 645 sûc
Yekşem 2 Çile 2022 - 22:39
- Berdevkê Polêsên Hewlêrê, Hogir Ezîz ragihand ku di sala 2021’ê de 12 hezar û 645 bûyerên sûc li Hewlêrê hatine kirin û di nava wan de 79 bûyerên kuştinê jî hene.
Berdevkê Polêsên Hewlêrê, Hogir Ezîz ragihand ku di sala 2021’ê de 12 hezar û 645 bûyerên sûc li Hewlêrê hatine kirin û di nava wan de 79 bûyerên kuştinê jî hene.
Berdevkê Polêsên Hewlêrê Hogir Ezîz di civîna çapemeniyê de got, sala 2021’ê 12 hezar û 645 bûyerên sûc li Hewlêrê hatine kirin û. 79 bûyerên kuştinê jî hene. Hogir Ezîz got, 11 hezar û 504 bûyer hatine eşkerekirin û wan sûcdar dane dadgehê.
Hogir Ezîz destnîşan kir ku sala 2021’ê 5 hezar û 146 kes ji ber dizî, kuştin, sextekariyê, gulebaran, rêgirtin û madeyên hişber hatine girtin.
Hogir Ezîz got, sala 2021’ê 79 bûyerên kuştinê çêbûne, û 78 sûcdarên kuştinê wan desteser kirine.
Hogir Ezîz destnîşan kir ku di nava sala bihurî de 281 kesên li parêzgehên din ên Iraqê biryara girtina wan hebû jî li Hewlêrê hatine girtine. 106 wesayît, 162 demance, 148 kalaşnîkof, 12 çifte, 2002 fîşek û 336 amûrên qedexekirî jî hatine desteserkirin.
ROJNEWS/HEWLÊR