Divê Tirkiye mafê Hêviyê bi cih bîne

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:42

  • Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez got, divê Tirkiye biryarên DMME'yê bi cih bîne, 'Mafê Hêviyê' pêk bîne.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez got, divê Tirkiye biryarên DMME'yê bi cih bîne, 'Mafê Hêviyê' pêk bîne.

Bîlmez bal bire ser cezayên dsîplînê yên vê dema dawî li Abdullah Ocalan tên birrîn û got, "Ev ceza ji aliyekî ve ji bo hinceta astengkirina hevdîtina bi malbatê re bê bikaranîn jî li aliyê din ve jî ji bo astengkirina 'mafê hêviyê' jî weke argûmanekê tê amadekirin. Biryarên dadgeriya înfazê ku bi heman rengî hevdîtina bi parêzeran re jî asteng dike, ji aliyê qanûnî ve bingehekî xwe nîne. Li dijî pîvanên giştî yên hiqûqê ye, di heman demê de li dijî xala qanûnî ya peywendîdar a Tirkiyeyê bi xwe ye. Bi ti awayî rewa nîne, biryarên kêfî ne. Bûye 18 meh ku em nikarin bi ti awayî agahiyê ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê wergirin. Mînakeke vê li cîhanê nîne."

Nerazîbûn divê zêde bibe

Parêzer Bîlmez îşaret bi bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tevahiya welêt kir û got, "Mirov êdî hêdî hêdî bi encamên tecrîda li Îmraliyê ya li ser xwe dihese. Lewma divê nerazîbûnên demokratîk jî bêne zêdekirin."

Îbrahîm Bîlmez biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser 'mafê hêviyê' axivî û got, "DMME dibêje, hûn nikarin cezayê girtîgehê yê girankirî li mirovekî bibirrin, di vir de îstîsna nabe'. Di bersiva Tirkiyeyê de mîna ku henekê xwe pê bike, di heman demê de weke ku li xwe mikur bê, dibêje ku tenê li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî cezayê girtîgehê yê girankirî hatiye birrîn. Em hêvîdar in ku Tirkiye di demeke kin de ji vê şaşîtiyê vegere." 

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.