Colemêrgê ji hovan re nahêlin!

Duşem 16 Gulan 2022 - 22:18

  • Kesekî bi hejmara nepen, telefonî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsuf Çobanoglu kir, gef lê xwar ku wî bikuje. 

Kesekî bi hejmara nepen, telefonî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsuf Çobanoglu kir, gef lê xwar ku wî bikuje. Parastvanên mafên mirovan jî ev hewldan protesto kirin û gotin, “Em ê vê derê ji hovan re nehêlin.” 

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî gefxwarina li hevserokê wan parêzer Yûsuf Çobanoglu, daxuyaniyek da. Nûnerên Baroya Colemêrgê, Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Colemêrgê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Bajêr, Şaxê Genel-Îş û Şaxê Yekitiya Odeya Dikandar û Pîşekaran (HSOB) a Colemêrgê jî li pêşiya Edliyeya Geverê hazir bûn gava daxuyanî hat xwendin. Rêveberê Şaxê ÎHD’ê yê Colemêrgê Eren Baskin, bal bire ser zext û tundiya li ser saziyên siyasetê û rêxistinên civaka sivîl û got, “Li ser hejmareke nepen telefonî Hevserokê Şaxê ÎHD’ê Çobanoglu kirin û gef lê xwarin. Em baş pê dizanin ku di encama êrişên hov ên li dijî parastvanên mafên mirovan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Dixwestin bi vê yekê tirsê belav bikin, lê em ti carî netirsiyan. Banga me ji bo wan kesên li ser hejmarên nepen û bi navê dewletê tevdigerin, ev e; baş li dîrokê binêrin, we Vedat Aydin kuşt lê ma ev têkoşîn qet bêxwedî ma? Li dîrokê binêrin, bi hezaran Kurd hatin qetilkirin lê ma Kurdan dev ji kurdbûn û axaftina bi Kurdî berda? Lê yên ku Vedat Aydin, Mûsa Anter, Medet Serhat qetil kirin û li ser hejmarên nepen bi navê dewletê gefan li hemwelatiyan dixwin, bi rûreşî derketin pêşberî zarokên xwe. Em ê vê derê ji hovan re nehêlin.” 
 
Bi erka xwe rabin

Baskin bang li waliyê bajêr û qeyemeqamê Geverê jî kir: “Yên ku gefa kuştinê li Yûsuf Çobanoglu xwarin, kî ne? Derdorên paramîlîter ên li nava dewletê gefan li welatiyên me dixwin. Rayedarên ku ji bo pêşîlêgirtinê tevdîr negirtine ne berpirsên tiştên xiran ên biqewiumin in. Em ê rê nedin cînayeteke din a kiryarnediyar. Çobanoglu bi tenê nîne.”

COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.