Şelafên bêşerm in 

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 1 Nîsan 2021 - 02:06

  • Rêveberê HRW´ê Philippe Dam ji ber şelafiya rayedarên wê beramberî dewleta Tirk, bi tundî Yekîtiya Ewrûpayê rexne kir û xwest dawiyê li şelafiyên xwe yên cihê şermê bîne.

Rêveberê Beşa Ewrûpa û Asya Navîn a Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW´ê Philippe Dam bi nivîsekê got, gava mesele dibe Tirkiye, mafê mirovan ne xema Yekîtiya Ewrûpayê ye û ew tevahiya nirxên xwe ku weke nirxên Ewrûpî bi nav dike jî, binpê dike. Wî xwest lîderên YE´yê vê helwêsta xwe biguherin û hew şelafiyê li hikûmeta Erdogan re bikin. 

Philippe Dam îşaret bi biryarên civîna bilind a hefteya bihurî ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) kir û got, "Vê civînê nîşan da ku di bin serokartiya Elmanyayê de YE´yê par gava mesele bûye Tirkiye, jeopolîtîk û penaber, mafê mirovan ji lîsteya mijarên li pêş yên YE´yê avêtiye der."

Ew bi bîr dixe ka çawa hikûmeta Erdogan dadgehan bi kar tîne ji bo bêdengkirina rojnamevan, siyasetvanên muxalif û her kesê weke rexnegir tê dîtin, û tohmetên bi derewan ên terorîzmê dixe stûyên wan. Ew dibêje, di heman demê de dewleta Tirk bi qanûnên nû azadiya xweîfadekirinê baskokî dike û êrişî civaka sivîl dike. Beramberî rewşê bi ya wî, YE mafê mirovan dike mijareke talî.

Tirkan yekser rexne bikin

Ew dibêje, hikûmeta Erdogan ji peymana têkoşîna li dijî şideta beramberî jinan vekişiya û gav ber bi girtina HDP´ê ve avêt, "lê lîderên YE´yê berê xwe jî nedanê."

Ji bilî lomeyan, pêşniyazên wî jî hene: "Lîderên YE´yê divê bi lez helwêsta xwe di ber çavan re derbas bikin. Serê pêşî gava bi hevpîşeyên xwe yên Tirk re peyivîn, bi awayekî zelal îşaret bi cidiyeta rewşa mafê mirovan li Tirkiyeyê bikin û vê jî bi daxuyaniyên li raya giştî vekirî, xurt bikin. Nimûneyên dîplomatên payebilind ên YE´yê yên ku ji îşaretpêkirineke nermokî ya bi serweriya qanûnan jî digerin ji ber ku li cem wezîrê karê derve yê Tirk dipeyivin, yan jî rayedarên payebilind ên YE´yê yên weke Ursula Von Der Leyen û Charles Michel ên ku hîç behsa mijarê jî nakin, kirinên şelafiya siyasî yên dawî ne; û ev kirin cihê şermê ne."

Bêyî mafê mirovan ti pozîtîvî nabe

Wî wekî din xwest, YE zextê li dewleta Tirk bike da ku ferzên ji ber hiqûqa navneteweyî bi cih bîne. Ji bo vê jî biryarên DMME´yê yên derbarê serbestkirina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de bi bîr xistin.

Wî got, divê nîşanî Tirkiyeyê bê kirin ku muzakereyên yekîtiyeke gumrukê ya modernkirî, nikarin dest pê bikin, heta ku tevdîrên çavdêr neyên girtin da ku serxwebûna dadgeriyê, saziyên demokratîk ên hesab ji wan dikare bê pirsîn, misoger bikin: "Divê nîşan bidin ku ev ji bo peywendiyên baş ên bi Ewrûpayê re heyatî ne."

Wî nivîsa xwe wiha bi dawî kir: "Heviya lîderên YE´yê ya ji peywendiyên bi îstîqrartir bi hikûmeta Erdogan re, nabe ku bibe devberdana ji tevahiya îhtîmalên Tirkiyeyeke rêzê ji mafan re bigire. Ajandayeke Pozîtîf a YE´yê heger xwe li mafên mirovan kerr û kor bike, heger li dijî nirxên YE´yê be û welatiyên Tirkiyeyê bêxwedî bihêle, ne pozîtîf e."

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.