
- Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî beşdarî Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn – MEPS 2025 ku li Zanîngeha Amerîkî ya li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin bûn.
Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî ji aliyê Cîgirê Wezîrê karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Hejmareke mezin ji kesayetên siyasî, akademîsyen û lêkolînerên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Rojhilata Navîn beşdarî forûmê bûn.
Foruma MEPS ji hêla Zanîngeha Amerîkî ve li ji sala 2019'an ve tê organîzekirin. Forumê du rojan berdewam kir û mijarên cur bi cur hatin nîqaşkirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed di Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn – MEPS 2025’an de axivî, diyar kir ku pirsgirêka Kurd 100 sal in çareser nebûye û got ku aştiyeke ku jinan li derveyî xwe bihêle, dê ne mayînde be.
Fermandarê giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn – MEPS 2025ˊan de got diyalog, rêya yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê û pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin e. NAVENDA NÛÇEYAN







