Statuya Rêveberiya Xweser nas bike!

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:50

Zêdeyî 500 jinên ji pîşeyên cuda ji bo naskirina statuya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li rêveberiya DYE a di bin serokatiya Donald Trump de û Sekreterê Giştî yê NY António Guterres kirin. Bangawaziya jinan bi vî rengî ye:"Neteweya Kurd kêm maye ku bibe 50 milyon kes. Kurd yek ji neteweyên kevnar ên Mezopotamyayê ne. Hûn dizanin ku ev netewe sala 1923’yan bi bêbextiyeke navneteweyî û bi peymana Lozanê kirin çar parçe. Ji wê demê heta niha wan çar dewletên ku li ser Kurdan desthilatdar in, hemû awayên zordariyê li hemberî Kurdan pêk anîne ku hinek ji wan heta qirkirinê jî pêşde çûne. Ji wê demê heta niha welatên cîhanê alîkariya Kurdan nekirine. Heta gelek caran bûne alîkarê sitemkar, zordar û serkûtkerên li ser Kurdan. Gelê Kurd li gel wan tevan jî ji bo bidestxistina azadî û serbestiya xwe bi egîdî têkoşiya û gelek fedakarî jî kirin. Di encama kar û xebatên demdirêj de li Başûrê Kurdistanê hikûmeta herêmê û li Rojavayê Kurdistanê jî rêveberiya xweser hate avakirin. Piştî serhildan û têkoşîna gelan a Rojava li Sûriyeyê rejîma Baasê têk çû.

Armanc qirkirina Kurdan e

Kurdan li dijî terorîzma cîhanî, DAÎŞ’ê bi wêrekî şer kirin û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo şikandina DAÎŞ’ê rola sereke lîstin. Piştî hilweşîna rejîma Esed, Tirkiye û cihadîstên girêdayi Artêşa Netewî ya Sûriyeyê demildest êrîşî navçeyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û hewl dan ku plana xwe ya jenosîda li dijî gelê Kurd pêk bînin. Armanca êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, Kurd in. Bi van êrîşan re dixwazin destkeftiyên hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê tune bikin. Kurd bi mîrateya çandî, siyaset, pergala demokrasiyê, jiyana layik û nirxên azadiya jinan, li Rojhilata Navîn nûnertiya qadeke cîhana modern dikin. Nehiştina netewa Kurd û nirxên demokratîk, tê wateya nehiştina şaristaniya hevbeş a azadî û demokrasiyê ya cîhana hevbeş a Rojhilat û Rojavayî. Li gel xebata Kurdan, li Rojava ji bo pêkanîna jenosîda li dijî hebûna fîzîkî û siyasî ya neyew û jinên Kurd, êrîş dewam dikin. Ev êrîş girêdayî vê yekê ne ka gelo dezgehên navnetewî û dewletên girîng, wê bi fermî statuya îdarî ya xweser a Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê nas bikin an na?

Em jin û rêxistinên Kurd ku îmzeya me li jêr heye, daxwaz dikin ku rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî bê naskirin û asayişa navnetewî bê mîsogerkirin. Em hêvîdarin ku bersiva daxwazên me bên dayîn, da ku naskirina fermiyeta statuya gel û jinên Kurd weke pêkhateyeke wekhev û azad li Sûriyeyê bibe mînakeke dostaniya dilsozane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.