Şoreşê kir ku civak biryarê bide

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:50

  • Rûniştina yekemîn bi sernavê "Şoreşa 19’ê Tîrmehê û Damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk" dest pê kir. 

Panelîstên Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dibêjin, krîza li Rojhilata Navîn encama desthilata navendî ye û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çareseriya vê pirsgirêkê bi rêya rêveberiya civakê bi xwe ye.

Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşma "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destketî-Astengî-Siberoj" li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê didome.

Rûniştina yekemîn bi sernavê "Şoreşa 19’ê Tîrmehê û Damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk" dest pê kir. Rûniştin ji aliyê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ve hat birêvebirin. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, serokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Hevserokê KNK li Rojava Ekrem Hiso û berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivîn.

Aldar Xelîl di gotara xwe ya bi navê "Damezrandina Rêveberiya Xweser weke pêwîstiyeke civakî ya piştî rewşa alozî û bêîstîqrariya li Sûriyê, helwêsta hêz, partiyên muxalif û yên alîgir pêk hat" pêşkêş kir.

Aldar Xelîl got, "Di krîza Sûriyê de gelek navên şoreşê derketin. Lê me xeta sêyemîn, avakirina civakeke demokratîk û exlaqî bi rê ve bir. Sedema krîza li Rojhilata Navîn zêhniyeta netewe-dewlet e, ji ber vê yekê me projeya rêveberiyê pêşkêş kir ku civaka ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û ji mafên pêkhateyan e ku vîn û nêrîna xwe nîşan bidin, me ava kir.”

Beşdariya pêvajoya avakirinê misoger kir

Ekrem Hiso jî li ser "Peymana Civakî û Destketiyên Rêveberiya Xweser" peyivî.

Hiso got, "Rêveberiya Xweser dûrî sîstema navendî û siyaseta bêparkirinê ye, nûnertiya pêkhateyan kir û xwe bi rê ve bir. Li ser vê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hukmê diktatoriyê bire qonaxa wekhevî û beşdariya di pêvajoya avakirinê de.” 

Bû şoreşa jinê 

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî got, "Şoreşê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir û çirûska wê ji bajarê Kobanê dest pê kir û derbasî Cizîrê û Efrînê jî bû. Di nava çend salan de navê şoreşê bû şoreşa jinê. Tevî hemû astengî  û keleman, têkoşîna jinan a di salên heştêyî de, mîrasek hişt ku îro jin li Rojava li ser dimeşin.

Qonaxa damezrandina Yekitiya Star, yekemîn tevgera jinên Rojava bû."

Di rûniştina duyem a komcivînê ya bi navê "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî tecrûbe û model" de, mamosteyê Qanûna Cinayetan û Zanistana Siyasî û Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk li Qahîre, Muxtar Xebaşî minaqeşe û gotar bi rê birin.

Di civênê de heyeteke ji Fransayê ya ku tê de wezîrê karê derve yê berê Kouchner jî tê de cih digire, hazir bû. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.