Dîplomasiya kurdan li Ewrûpa

Sêşem 21 Çile 2025 - 03:25

Hevserokê Ofisa Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Hesen Mihemed Elî têkildarî xebatên xwe yên dîplomasiya li Ewropayê nirxand.

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku hevdîtin bi gelek aliyan re hatin kirin û got:“Me bi parlamenterên partiyên Birîtanyayê re hevditin kirin. Bi 8 parlamenter û lordan re hevdîtin kirin. Me li Londanê civînek pêk hat. Nêzî 100 sefîr beşdar bûn. Wezîrên parastinê, karên derve amade bûn. Wezîrê Alman, Misir, Urdun, Ispanya û gelek welatên din amade bûn. Me li ser pêşeroja Sûriye niqaş kir. Dîsa me civîn bi Wezîrê Karên derve yê Brîtanyayê re çêkir.” Hesen Mihemed Elî da zanîn ku bi Bi minasebeta 10’emîn salvegera Rizgarkirgina Kobanê bernameyek amade kirin û got:“Nêzî 25 parlamenter beşdar bûn. Dîsa nêzî 950 kesên biyanî beşdarî bernameyê bûn. Di vê bernameyê de nêzî 5-6 parlamenter û nûnerên cuda axaftin kirin. Me bi gelek nûnerên sazî û rêxistinên din re jî hevdîtin kir. Dîsa me bi berpirsiyarê dîplomasiyê yê Patîkan re hevdîtin kir. Ev hevdîtinên ku hefteyekî berdewam kir, tev dagirtî bûn.”

Êrişên li ser Rojava bûn rojev

Hesen Mihemed Elî bal kişad ser armanc û naveroka hevdîtinan û got:“Armanca van hevdîtinan bi taybetî li ser êrîşên Dewleta Tirk a li dijî rojava pêk hatin bû. Bi taybetî me bal kişand ser êrîşên li ser Bendava Tişrînê. Ev êrîş wê bi xwe re karaset û metirsiyek mezin bîne. Me xwest li dijî van êrîşên Tirkiyeyê hesasiyetek bê avakirin.” Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku yek ji mijara wan rewşa giştî ya Sûriyeyê bû û got:“Rûxandina Rejîma Baasê hişt di Sûriyeyê de guhertin çêdibe. Rejîma berê ya Beşar Esad rûxiya û reviya. Lê niha Serokê HTŞ’ê hatiye ser hikûmetê. Gotinên wan erênî ne. Lê pratîka wan ku pêk tê dijberî gotinên wan in. Pratîkên wan ên bi taybet ên li ser elewiyan û jinan metirsiyan çêdikin. Kiryarên wan tirsê çêdike.”

Kurd siberoja Sûriyê diyar dikin

Hesen Mihemed Elî anî ziman ku yek ji mijara wan li ser siberoja Sûriyeyê bû û got:“Em ji bo siberoja Sûriyeyê li ser pergala feteral rawestiyan. Parlamenterên birîtanî jî digotin pergala federal xweş e. Me diyar kir ku li Sûriye Kurd dikarin siberoja Sûriyeyê diyar bikin û ew wekî eyara balansê ne. Bi serkêşiya kurdan û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sûriye dikare bi rêve biçe.”

Xeteriya li ser Rojava

Hesen Mihemed Elî bal kişand ser nêzîkatiya siyasetmedar, rewşenbir û pêşengên li Ewropa jî axivî û got:“Kesên ku me bi wan re hevdîtin kirin, ji van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne razî ne. Diyar dikin ku divê ev mijar çareser bibe. Gelek parlamenteran digotin ‘Em ê vê mijarê li parlamentoyê bikin rojev’. Bi van niqaş û hevdîtinan cemaweriyek-raya giştî tê avakirin. Di nava gel û nûnerên gel de hişyariyek çêdibe. Em dixwazin bi van xebatan bala wan bikişînin ser rewşa Rojava.”

Civak erênî nêz dibe

Hesen Mihemed Elî li ser nêzîkatiya civaka Brîtanyayê jî got:’’Nêzîkatiyek erênî ya gel heye. Her kes dizane yê ku DAIŞ têk bir û xeteriya li ser gelê Ewropa rakir kurd in. Têkoşîna kurdan e. Hemû dizane QSD ye. Hezkirin û alîgiriyek ji bo kurdan û Xweseriya Demokratîk heye. Dîsa her kes metirsiyên xwe yên der barê HTŞ’ê de tînin ziman. Bi giştî nêzîkatî û rewşek siyasî û posîtîf li hemberî me heye. Em ê van xebatên xwe bidomînin. Di van rewşên dîrokî de kurd çiqas nêzî hev bibin û diyaloga navxweyî pêş bixin ew qas baş e.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.