Em diyalogan dimeşînin

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:15

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî şerê Îsraîl-Hemas-Hizbullahê û bandora li ser Sûriye-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  axivî. Îlham Ehmed destnîşan kir ku şerê li herêmê bi Îsraîl-Hemas-Hizbullahê sînordar namîne û dê berfireh bibe û got: “Ev şer tenê di çarçoveya başûrê Lubnanê yan jî Xezayê de namîne. Yemen di nava vê eniyê de ye ku êriş dike, Îsraîl û piştgirên wê jî bersivê didin. Yanî şer ketiye hundirê Yemenê jî. Li ser Îranê derbe çêdibin, di hundirê Iraqê de û hundirê Sûriyeyê de jî êriş hene. Erdnîgariya ku ev hêz tê de ne, wê hemû di nava şer de bin. Îsraîlê di daxuyaniyên xwe de jî bi rengekî vekirî got `beriya 7’ê Cotmehê û piştî 7’ê Cotmehê wê ne weke hev be.`Ev nîşan dide ku wê yek bi yek di nava hêzên serdest ên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê de guhertin çêbe.” Îlham Ehmed pirsa `Ev guhertin dê çawa çêbin?` wiha bersivand:“Hinek wê bi hilbijartinan, hinek bi şeran çêbin. Di encamê de wê bi giştî herêm di nava guhertinan re derbas bibe. Ji bo wê jî geşêdanên çêdibin û rageşiya heyî hîn destpêk in.” “Dê ednîgariya Sûriyeyê jî  bibe hedef.” Bi van gotinan Îlham Ehmed diyar kir ku xetere li ser Sûriyeyê heye. Îlham Ehmed anî ziman ku di vî rewşê de çûyîna ber bi çareseriyê ve pêwîst e, herî kêm hewldan û dan û standinên çareseriyê divê hebin û got:“Lê di hundir de guhdarkirina dengên cuda yên gelê Sûriyeyê, çi dixwazin, guhertin çawa pêwîst e, çawa dikarin herin çareseriyekê; ev hewldan ne diyar in. Ev nêzîkatî ji sedî sed Sûriyeyê dixe nava rewşeke nû. Ev çi ye? Hemû cihên ku Hemas, Hizbullah, Îran lê ne, Îsraîlê ji xwe kiriye hedef. Ew ê di ednîgariya Sûriyeyê de jî bibin hedef. Di vê rewşê de ber bi çareseriyê ve çûyîn pêwîst e, herî kêm hewldan û dan û standinên çareseriyê divê hebin.”

Rêveberiya Xweser garantî ye

Îlham Ehmed diyar kir ku di nava vê aloziyê de parastin û mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e û got:“Herêma Rêveberiya Xweser parçeyeke Sûriyeyê ye. Di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de hemû gel, pêkhate di hundirê Sûriyeyê de dibin xwedî maf, ev gelekî girîng e. Ji bo wê jî parastina Rêveberiya Xweser mîsogerkirina siberoja wê garantiya avakirina Sûriyeyeke nû ye jî.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku di rewşeke wiha aloz de ji bo parastina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo ku bikarin modela Rêveberiya Xweser bikin navnîşana çareseriyê, di nava nîqaşan de ne û got:“Em ê bi rihê demê çawa bikarin Rêveberiya Xweser bikin mînakeke li ser ednîgariya Sûriyeyê, ji bo vê yekê pêwîst e em di nava xwe de guhertinên çawa pêk bînin; mijarên me yên nîqaşê ne. Nîqaşên bi aliyên ku em bi wan re di nava dan û standin û tifaqan de ne, çêdibin.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.