Dîplomasiya li Elmanyayê

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:24

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, hevdîtinek li avahiya parlamantoya Elmanyayê ya li Berînê pêk anî. 

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Elmanyayê Xalid Derwîş û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê yê Ewropayê Jozef Lehdo pêk dihat. Hevdîtin li gel parlamenterên ji Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid pêk hat. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin. Her wiha rîska DAIŞ û têkiliya wê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin. Her wiha li ser dosyaya bi hezaran DAIŞ’iyên di girtîgehan de û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampên Hol û Roj nîqaş çêbûn. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û encamên wê yên qutkirina avê, ceyran û gazê jî hatin şîrovekirin. Hate diyarkirin ku ev yek rê li ber penabertiya ber bi welatên Ewropayê ve dike. Her wiha hate gotin divê civaka navneteweyî berpiryariyên xwe bi cih bîne, ji bo pêşxistina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber koçberiya bi sedama êrişan destekê bide Rêveberiya Xweser.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.