Biryara Iraqê neheqî ye

Duşem 12 Tebax 2024 - 00:23

Dadgeha Bilind a Iraqê, di salvegera 10`an a Fermana Êzidiyan biryara girtina Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê da. Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed El Hesen têkildarî mijarê got:"Ev biryar, siyasî û neheq e. Ev hêzên siyasî di oxira avakirina Iraqa demokratîk de bi hezaran ciwan feda kirin."

El Hesen destnîşan kir ku biryarên wiha niyeta hêzên herêmî ji bo têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dike û got:"Divê Hikumeta Federal, vê biryarê betal bike. Ji ber ku neheqiyeke mezin e ku bi salan e tê dikoşin û li hember DAIŞ`ê li ber xwe dan." Her wiha El Hesen îşaret pê kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê berdewam in, êrişî bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê herêmê dike û got:"Divê Iraqî û partiyên demokratîk, li hember van biryaran bisekinin, ji ber ku mîna van biryaran, rê li pêşiya tevliheviyê vedike. Koordîneyek di navbera Tirkiye û Iraqê de heye, ji ber ku dizanin ên li hember wan kiryarên faşîst bisekinin hene." Her wiha El Hesen bal bire ser helwesta PDK’ê û diyar kir ku helwesta wê li hember doza Kurd neyînî ye û armanca wê "Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî". Mihemed El Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku divê li hember hêzên zordest û desthilatdar berxwedan bê mezinkirin, ji ber ku rêya yekane ya têkbirina siyasetên li dijî gelên herêmê ye.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.