Bêyî MSD’ê çareserî nabe

În 3 Gulan 2024 - 00:56

DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tevgerên xwe yên siyasî û dîplomasî ji bo pêşxistina çareseriya siyasî didomîne, lê hin hêzên herêmî û navneteweyî, ji bo berjewendiyên xwe, astengiyan derdixin. MSD’ê ji bo pêkanîna encamnameya konferansa xwe ya 4’an ku beriya 4 mehan hatibû lidarxistin, van çalakiyan pêk tîne. Di konferansê de teqezî bi girîngiya çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî û pêkanîna lihevkirinên neteweyî hat dayîn. Derbarê mijarê de, hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislit diyar kir ku MSD herî zêde li eniya hundirîn dixebite û têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên hundir û derve re datîne. Li kêlek wê jî serdanên dewletên derve jî hatin kirin û wiha got:"Zehmetiyên mezin di aliyên herêmî û navneteweyî de hene. Em naxwazin doza Sûriyeyê bê paşguhkirin. Ji bo çalakkirina vê dozê jî em têkiliyên xwe bi piranî dewletên Ereban û biyanî re dikin." El Mislit derbarê rola dewletên Ereban li Sûriyeyê de wiha axivî:"Em nikarin xwe ji dewletên Ereban cuda bikin. Têkiliyên me bi Iraq, Misir, Urdin û Erebistana Siûdî re hene. Ev jî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîngiyek e. Nûnertiyên me li derve hene û em hewl didin hin din vekin. Em hewl didin nûnertiyên xwe li Meclisa Hevkariya Kendavê, dewletên Ereban û hin dewletên biyanî vekin. Projeya me zelal e, projeyeke Sûriyeyî ye." El Mislit li ser sedemên cemidandina rêveçûna çareseriya siyasî axivî û got:"Em bi rewabûna navneteweyî bawer in. Biryara 2254ˊan jî bingeha çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. MSDˊê berê li ser vê biryarê xebitî. Ji ber ku ew biryara rasteqîn a çareseriyê li Sûriyeyê ye. Em bi tevahî aliyan, NYˊê û dewletên li Sûriyeyê aktîf in re dixebitin. Lê hin mijar li derveyî vîna me ne. mîna rewşa şerê Îsraîl û Hemasê, şerê milîsên li ser sînorên me." El Mislit behsa hin rêveçûnên taybet bi krîza Sûriyeyê, mîna komîteya destûrî, kir û wiha got:"Em dixwazin MSDˊê bibe beşek ji xebata destûrê, ji ber ku bêyî wê tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re nayên dîtin û ew beşek ji vî welatî û pêşeroja wî ye." El Mislit bang li Sûriyeyiyan bi taybetî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li gorî yekitiya xaka Sûriyeyê tevbigerin û bi hev re ji bo pêşeroja Sûriyeyê bixebitin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.