PERZÎN PARÎZAD / NÛJINHA / TEHRAN
Ez di nava wan jinên ku li salonê ji bo temaşekirina filma ‘Siya Heyvê’ rûniştî ne, cih digirim. Nêrina min a di nav porên jinên ciwan di nava girseya salonê de winda bûye û li ser dîkê radiweste. Ez dizanim ku paç û hîcab ji kûr tên, bi vê ramanê ez bê hemdî dikenim…
Ev der li quncikekî qerewbalix a Tehranê ye, lê bêdengî serdest e. Dema ku ez li perdeya projeksiyonê dinêrim, wêneyên zaroktiyê yên ‘Siya Heyvê ‘ li ser ekranê xuya dikin. Ez li ser zehmetiyên ku jin di jiyana xwe de di civakek kevneşopî û baviksalarî de derbas dibim, xeyal û daxwazên wan ên bê dawî wê bighêjin ku derê difikirim.
"Siya Heyvê" çîrokeke balkêş û helbestî pêşkêşî jiyan û xebata jineke pêşeng a herêma Gîlan dike ku dengê jinan bilind dike. Ev film nişan dide ku dengê jinên li quncikên malan mane bi hêz e. Filma “Siya Heyvê” ku çîrokeke xweş li ser jiyan û berhemên Fehîme Ekber pêşkêş dike, navê xwe jî ji strana hunermendê bi heman navî girtiye. 80 deqe bala temaşevanan dikişine û melodiyên jinan yên bi bandor dide guhdarkirin.
Ez rexnegirê xwe yê tûnd im
“Kî wê hafizeya me ya kolektîf ava bike û çima nÎvê vê hefizeyê bi valetiyê re rû bir û ye?” Ev pirs pirsa ji derhênera belgefilmê Azade Bizar Gîtî ye. Pêvajoya lêkolîn û hilberina belgefilmên di sala 2020’an de despê kiriye. Azade Bizar Gîtî derhênerek e ku bale dikişine ser belgefîİman û mijarên girêdayî diroka jinan û dibêje: “Beriya gelek salan min pirtûkek li ser Fehîme Xanim xwend û ji wê demê ve hişê min mijûl kir. Paşê min dengê wê di broşurekê de bihîst. Min bi vî dengî li ser berhemên wê yên bi navê ‘Rûyê Veşartî’ û ‘Keçên Karker’ kar kir.”
Dema ku min ji Azadeh Bizar Gîtî pirsî û got “gelo tu difikirî ku ev belgefîlma te çêkiriye bê kêmasî ye?” Wê jî bersiv da û got: “Ez rexnegirê xwe yê herî tund im. Ez hertim ji her alî ve li meseleyê dinerim. Ez ê her tiştî bikim ku wê lêkolîn bikim. Ez difikirim ku di vê xebata min de tiştek kêm nîne; lê ez nikarim înkar bikim ku her tiştî bi awayek din binirxînim.”
‘Siya Heyvê’ pirtûkeke girîng e
Berhemê bi navê “Siya Heyvê” pirtûkeke giring e ku jiyana huner û çanda Gîlanî ya Fehîme Ekber vedibêje. Ev lêkolîna "Siya Heyvê" weke nivîsekê ye ku Fehîme tê de cihê jinê di civakê de, jiyana kevneşopî û nasnameya çandî vedikole û di berhemê de kûrahiya jiyana wê ya hunerî radixe ber çavan. Fehîme Ekber di sala 2009’an de di 91 saliya xwe de li Emerîkayê koça dawî kir.
Filmografiya Azadeh Bizar Gîtî
Filmografiya Azadeh Bizar Gîtî "Li pişt agirê kesk", "Perdeya dawî", "Melekê li ser milê min ê rastê", "Sibeha bi bêhna leymûnê", "Rûyê heyvê veşartî", "Gelê avê", "Keçên Karker" û "Ji bo Xewnekê" "Lîstika Ducarî" tê de hene. Her çend berhemên wê li Îranê destûr ji bo nîşandana giştî negirtibin jî, lê beşdarî mihrîcanên bi prestîj bû û gelek xelat wergirt.
Fehîme Ekber kî ye?
Fehîme Yemin Esfandiari, ku eslê xwe ji parêzgeha Mazanderenê ye, di sala 1917’an de li Tehranê ji dayîk bûye. Zaroktiya xwe li Bakû’yê derbas kiriye. Piştî vedigere Îranê, kare mûzîkê berdewam dike. Di 21 salîya xwe de bi Mohsen Ekber re dizewice û paşnavê hevjinê xwe digre û li Gilanê bi cih dibe.
Fehîme 20 sal li ser muzîk û rêûresmên Gilanê dixebite. Di sala 1959’an de pirtûka xwe ya yekem a xwarinê bi navê “Gîlan Mitfeq” çap dike; bi Gîlanî stran dibêje. Di çalakîyên civakî de jî di gelek komele û xêrxwazan de rolek aktîf girtiye ser milê xwe. Di hunera civaka “Rê Vekirinê” de rêveberiya komîsyonê dike. Piştî şoreşa îslamê ya Îranê di sala 1979’an de tevî malbata xwe diçe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE).
Di salên 1990’î de li Emerîkayê albûmek ji stranên Fehîme Ekber ên Gîlanî derket, ku di nav wan de "Gilan Jan", "Gol Pamchal", "Newroz Waltz", "Misralu", "Ayîn Yeni", "Bazara Înê ", "Bamom Baz , "Ey Ziman Boxovte", "Ev Şeva Biharê ye", "Aftabkhizan", "Şeb Boo, Biaban Boo, Zemestan Boo" û "Nûşo, Nûşo" cih digre.