Sira vê nebûlayê eşkere bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 04:10

Astronoman stêrkeke veşartî di navenda nebûlaya bi navê Çavê Kitikê de vedît. Ev nebûlaya ku weke ya herî tevlî hev a galaksiya me Rêya Kadizê tê zanîn, bi vî awayî sir û raza xwe ya mezin eşkere kir. Gava ku stêrkeke teqrîben bi qasî tavika me mezin tê ber mirinê, ew gaza li dora xwe sist dike û peqpeqoneke rengîn a ji taxên beriqandî çêdike. Ev nebûlaya xwedî peqpeqonkên di nav hev de wisa ye, ji ber ku ew nebûla di sîsteme bîner yanî dustêrkî de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.