Sîmayê kevneşopî parastiye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Çile 2025 - 00:19

Gundê Şêwerez dikeve li bakurê rojhilatê navçeya Qeladizê, di aliyê îdarî de ser bi bajaroka Helşo ya li devera Pişder e.

Tevî hemû pêşketinên serdemê, lê li gundê Şêwerez hîna sîmayê xwe yê gundên berê ji dest nedaye. Dema mirov di nava gund re derbas dibe, xaniyên ji ber û heriyê, sobeyên daran, serbanên xaniyan, derî û pencereyên berê bala mirov dikêşe ser xwe. Niha tevî ku demsala zivistanê ye, lê rengek kesk yê biharî li gund heye, çav ji dîtina gund têr nabe.

Ji aliyê bakur ve cîranê gundê Dubê, ji başûr ve gundê Emekakul, ji rojhilat gundê Nawzeng û li rojavayê wê jî gundê Şêwereza jêrê heye. Li gundê Şêwerez nêzî 18 mal hene û piraniya şêniyên wê bi karê çandinî û lawirvaniyê ve mijûl in.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.