Şikest û bi topan êriş dike
Şemî 25 Îlon 2021 - 01:03
Artêşa Tirk a dagirker doh sibehê, gundê Qinêtir ê ser bi navçeya şêrawa ve topbaran kir û heta nûçeya me dihat amadekirin jî êrişa wê dewam dikir. Wê pêr bi şev jî bi topan êrişî gundê Eyn Îsayê Dibisê kiribû. Ev êrişên bi topan piştî şikestina wê ya di dema hewldana dagirkirina gundê DIbisê û rêya M4´ê pêk hatin.
Dewleta Tirk a dagirker doh ji sibehê û pê ve careke din gundê Qinêtir ê ser bi navçeya Şerawa ya Efrin’ê, da ber topên hawanan. Heta kêliya me nûçe amade dikir jî topbaranê dewam dikir. Di encamê de zirareke mezin gihîşt mala Cuma Xelîl Xidir ê ji vî gundî.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr bi şev piştî şikestina hewldana wê ya dagirkirina gundê Dibisê yê rojavayê Eyn Îsayê, ev gund topbaran kir. Di êrişa dagirkeriyê ya li dijçî Dibisê de yek jê 17 salî 4 welatç şehîd bûbûn. QSD´ê jî herî kêm 5 dagirker kuştibûn.
EYN ÎSA