Şevbihêrkek ji bo Seydayê Tîrêj

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Adar 2025 - 00:58

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê di salvegera 23'yemîn a koça dawîn a helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj de şevbuhêrkeke hunerî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di şevbuhêrkê de hunermend, rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên Kurd beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên kantonana Cizîrê Ebûd Mexso helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj bi bîr anî û got: "Helbestvanê nemir di serdemkê de jiya ku çanda Kurdî qedexekirî bû. Em wekî rewşenbîr jî divê mîrasa wî vejînin. Ji ber ku tiştên ku wan kirine bingeha karê me yê niha ne."

Kurê helbestvanê nemir, Cemal Tîrêj spasiya Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê kir û hêvî kir ku hemû wêjevan û helbestvanên nemir werin bibîranîn. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana helbestvanê nemir Seydayê Tîrêj hat pêşandan, helbestvanan helbest û stranên ji gotinên helbestvan Seydayê Tîrêj, xwendin.

Kurtejiyana Seydayê Tîrêj

Gelê Kurd bi saya keda wêjevan û helbestvanan nexasim wekî Seydayê Tîrêj (Mela Nayif Hiso) çanda xwe parast. Seydayê Tîrêj di 1923'yan de li gundê Necim ê di navbera bajarên Amûdê û Qamişlo de ji dayik bûye.

Bi sedan helbest û berhemên wî yên wêjeyî ji nifşên din re mane. Di 1952'yan de Seydayê Tîrêj ji aliyê rejîma Baas ve hat girtin û hêzên ewlekariyê dîwaneke wî ya helbestan telef kir û ew jî bû sedema windabûna gelek helbestên wî. Seydayê Tîrêj bi sedan helbest di nav 3 dîwanên helbestan ên Xelat, Zozan û Cûdî de, nivîsandin. Di helbestan de evîna ji bo Kurdistanê berz dibe.

Seydayê Tîrêj hin destanên Kurdî wekî destana Siyamend û Xecê veguhastin helbest.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.