Cejna Newrozê û pêşengtiya Rojhilat

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Adar 2025 - 03:15

  • Rojhilatê Kurdistanê di pêşwazîkirina Cejna Newrozê û hatina sala nû ya Kurdî de, pêşeng e. Ev meheke çalakiyên pîrozbahiyên Cejna Newrozê tên lidarxistin. Tevî derxistina astengiyan ji aliyê rejîma Îranê ve jî, lê bi deh hezaran Kurd beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibin.

Li Rojhilatê Kurdistanê her sal ji destpêka meha Adarê heta dawiya heman mehê bi boneya destpêka sala nû ya Kurdî û Cejna Newroza Kurdan çendîn çalakî, sema, govend û şahiyên girseyî tên lidarxistin.

Salane di çarşema dawî ya meha Sibatê ku li gor salnameya Kurdî çarşema dawiya salê ku bi çarşema sor tê naskirin, destpêka şahiya cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî li gundê “Çeşmîder” yê girêdayî Sewlawa yê bajarê Sinê di bin navê “Roja helîna berf û qeşayê, vebûna kulîlkan û hatina Newroza Kurdan” destpê dike û paşê li hemû bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê şahî tên lidarxistin û girîngiyeke taybet ji vê boneyê re tê dayîn.

Di vê çarçoveyê de Rojhilatê Kurdistanê pêşengê destpêka pîrozbahî û merasimên Cejna Newrozê ye û her sal bi hezaran kes ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çalakî û merasiman dibin, bi pêxistina  meşale û pêxistina agir, govenda Kurdî û gotina strana Kurdî û li xwekirina cilûbergên Kurdî merasim tên lidarxistin.

Çarşema Sor

Çarşema dawiya salê ku bi navê çarşema sor tê naskirin, yek ji kevintirîn kevneşopiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Bi berçavgirtina çarçoveya erdnîgarî û herêmên ku pêşwazî li Cejna Newrozê û biharê dikin, bi derbasbûna demê guhertin bi ser de hatiye, lê li gundên Rojhilatê Kurdistanê li rastî vê guhertina çandî û netewî nehatine.

Çarşema sor ji aliyê pisporên çandê ve ji du peyvan pêk hatiye ku di zimanê Kurdî de bi wateya agir, germî, dilşewatî û evînê tê û vedigere ser rehê germî û agir ku ji bo jiyanê pêwîste. Her wiha bi pêxistina agirekî û avêtina bi ser agir de, daxwaz ji Xwedê dikin ku jiyaneke xweş û aram ji bo xwe û mirovên din bibexşîne û dibêjin, “Soriya we ji min re ye, zeriya min ji we re ye.” Divê di dema avêtina bi agir de meyze nekin paş xwe da ku bûyer çênebin, ev jî bi wateya wê ye ku di sala nû ya Kurdî de demên jiyana xwe bi xweşî derbas bikî.

Paqijkirina pêdiviyên malê

Bi nêzîkbûna sala nû ya Kurdî û Cejna Newrozê, paqijkirina pêdiviyên hindirê malê û dûrxistina kelûpelên bêkêr, yek ji merasimên taybete ku ji aliyê jinan ve tê kirin ku bi wateya rûbirûbûn û çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina enerjiya negatîf.

13 Beder

3’yê Nîsanê ya her salê di nav gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi 13 Beder tê naskirin, ku 13’emîn roja biharê ye û ji kevin ve beşek bûye ji kevneşopiya Kurdan û Îraniyan. Di vê rojê de xelk şahiya biharê digerînin û vedigerin hembêza xwezayê. Gelê Kurd bawer dike ku heke malbat di 13’emîn roja biharê de dernekevin derve wê bûyer bi ser jiyana wan de bên. Her wiha di wê rojê de 13 kevir li dû xwe davêjin ku bi avêtina keviran bûyer ji wan dûr dikevin û ji bo her kevirekî hêviya başiyê ji xwe re dixwazin. Digel vê jî di 13’emîn roja biharê de kesk tê girêdan û girêdana kesk tê wateya girêdana jiyanê bi xwezayê ve ku hêmaya nûbûn, jîndarî û bextiyariyê ye, ku çend roj berê wê bi genim û di kasekê de tê çandin û bi hatina cejna Newrozê geş dibe û piştî temamkirina gihiştina xwe tê girêdan.

Zextên rejîma Îranê li pêşiya Newrozê

Wekî salên din, îsal jî gefên Îranê li ser Kurdan ji bo astengkirina şahiyên birêvebirina Cejna Newrozê berdewamin û di vê çarçoveyê de, Wezareta Îtlaata Îranê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê agahdar kirine ku tu sazî nikare destûrê bide ji bo merasimên cejna Newrozê, her wisa ew kesên ku di torên civakî de çalakin û bangeşeya şahiyên Newrozê dikin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dê bên lêpirsîn. Ev jî di demekê de ye ku rêberî olî yê Şoreşa Îranê Elî Xamineyî di kombûnekî nimêja Înê de merasima Cejna Newroza gelê Kurd wekî dijberî çand û kevneşopiyên civakê û dijmin binav kir.

Di heman demê de, li gorî rêxistinên mafên mirovan yên Rojhilatê Kurdistanê, heya niha zêdetirî 60 welatî û çalakvanên Kurd tenê li Merîwanê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaeta Îranê ve hatine bangkirin û gef li wan hatine xwarin ku bi cilên gelêrî, şal û şepik, û xakî beşdarî şahiyên cejna Newrozê nekin. Paşê 67 welatî û çalakvanên Kurd li Pîranşar û Şinoyê ji bo Wezareta Îtilaeta bajêr hatine bangkirin û bi tawanê “propagandaya dijî dewletê” bi lidarxistina sema û govenda Kurdî hatine tawanbarkirin.

Pêşengtiya Kurdan di Cejna Newrozê de

Gelê Kurd Cejna Newrozê ji mîratê xwe wergirtiye ku ji edet û baweriyên kevnar çavkaniya xwe digire û bi hezaran sale berdewame. Ev merasim di dilê wan de xwedî cihekê pîroze û nîşaneya berdewamiya bîranîna dîrokî û parastina çanda netewa Kurde. Newroz boneyeke taybet ya gelê Kurde û tê de yekîtî û piştgiriya xwe ji bo hev dubare dikin û peyamên xwe digihînin cîhanê. Netewa Kurd her dem bi pêkhateyên din re di pêkvejiyîneke aştiyane de ye û her dem daxwaza aştiyê dike. Her wiha derfeteke ji bo nûkirina soza gel bi şehîdan re, pabendî bi çand, dîroka Kurdistanê û rêzgirtina li malbatên şehîdan û soza bi azadîxwazan re.

Tevî gefên dezgehên ewlekariyê yên Îranê, salane Cejna Newroza Kurdan bi amadebûna bi hezaran kesan tê lidarxistin her wiha piştî destpêka xwepêşandanên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bi germtir pêşwazî li şahiyên Cejna Newrozê tê kirin. Her çend hişyariyên rejîma Îranê û dijberiyên wê ji bo bêdengkirina û zeftkirina gelê Kurd berdewamin jî, lê nekarîne asta çalakiyên pîrozbahiyên Cejna Newrozê kêm bikin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.