Divê tavilê Birêz Ocalan bê azadkirin
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:45
- Endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê anî ziman ku divê lezgîn Rêber Apo bê azadkirin û gotin:“Dijminên gelê me eger ku wisa dixwazin ku bi êrişan gelê me tine bike, ew nikarin. Divê lezgîn Birêz Ocalan bê azadkirin.”
Têkildarî bêhelwestiya dewleta Tirk ya li ser çareseriya pirsa Kurd Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokrat ya Kurdistan-Îranê Mihemed Nezîf Qadir û Endamê Komîteya Rêveberiya Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Hîzba Komînîst a Îranê Hesen Rehman Pena ji Rojnewsê re axivîn.
Ewilê Endamê Desteya Rêveber a Partiya demokrat ya Kurdistan-Îranê Mihemed Nezîf Qadir anî ziman ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esad ya li Sûriye derfeteke mezin û dîrokî ji bo Kurdan derket hole û got:“Lidarxistina konferansa li Rojava encama peyama yekîtî û yekrêziyê ye. Divê di çarçoveya bernameyeke yekgirtî peyama gelê Kurd li Rojava ji bo desthilata nû ya Şamê bê gihandin.”
Mihemed Nezîf Qadir destnîşan kir ku pirsa çareseriyê ya gelê Kurd heta astekê li Bakurê Kurdistanê di warê siyasî û daxwaza mafê xwe de ji bo raya giştî hatiye nasîn û got:“Ji bo wê ew nîqaş û daxwazên ji bo mafên gelê Kurd tê kirin, dikarin bêjin encamên baş wê bi dest bixin.”
Dijmin nikare me tine bike
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokrat ya Kurdistan-Îranê Mihemed Nezîf Qadir da xuyakirin ku ew weke Partiya Demokratîk a Kurdistan-Îranê rêya siyasî û diyalogê ya ji bo bi destxitina mafê gelê Kurd rêyeke herî guncav dibînin û got:“Ji bo wê ye ku eger dijminê gelê me bixwazin bi êrişan me ji qada siyasî û fikrî tine bike, ew nikarin vê bikin. Ew bi êrişan nikarin bigihêjin armancên xwe. Divê dawiya dawî ew rastiya siyasî ya Kurdan qebûl bikin, li ser maseyê gotubêjê rûnin.”
Divê nebin amûrê berjewendiyan
Endamê Komîteya Rêveberiya Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komînîst a Îranê Hesen Rehman Pena bal kişand ku pirsa Kurd mijareke navneteweyî girînge û pirsa gelê Filistîn û Kurd girêkora Rojhilata Navîne û got:“Eger çareseriyek ji bo van herdu pirsan neyê dîtin, li herêmê aramî pêk nayê. Ji bo wê divê hêzên tevlî şoreşê bûne, yek bigirin. Nabe qet hêzek bikeve bin berjewendiyên hêzeke biyanî, nabe cudahiya fikir û raman bibe sedemê dûrketina ji hev. Ji bo wê ye divê diyalog hebe.”
Dixwazin Kurdan mijûl bikin
Hesen Rehman Pena têkildarî rewşa Tirkiye jî ev anî ziman:“Ya niha derdikeve ewe ku Erdogan dixwaze dem qezenc bike û mijûlkirine. Niha rewşa desthilatdariya wî qet baş nîne. Di warê aborî têkçûye li nava xwe û dîsa li Sûriye neçare ku vekişe. Niha li Tirkiye tenê DAIŞ di destê wê de maye. Wekî Îranê di nava krîzên kûr de ye. Ev sedemane Erdogan neçar dike ku serî li danûstandinê bide, bi vê yekê jî dixwaze dem bi dest bixe. Nexwe di nava şer û bombebaranê de aştî û lihevkirin pêk nayê. Tirkiye dewleteke nîjatpereste, Her çendî PKK û Birêz Ocalan dixwaze pêngava çareseriyê weke derfetekê dîrokî ji bo hemû gelan bide avakirin, bi nêrîna min Tirkiye dixwaze gelê Kurd mijûl bike heta hilbijartinê ji bo deng bi dest bixe.”
Hilgirtina çekan pêwîstiyek bû
Endamê Komîteya Rêveberiya Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Hîzba Komînîst a Îranê Hesen Rehman Pena destnîşan kir ku ew piştgiriya xebata rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dikin. Hesen Rehman Pena hemû zext û êrişên li ser gelê Kurd şermezar kir û got:“Divê hemû aliyên siyasî yek deng û yek helwest bin. Divê Tirkiye bi fermî pêvajoya aştiyê qebûl bike. Bi lezgînî Birêz Ocalan azad bike. Ji bo PKK jî bikare kongreya xwe lidar bixe. Divê dagirker bizanibin ti hêzeke Kurdî ji kêfxweşî çek nehilgirtiye, pêwîstiyeke dîrokî bû. Gelê Kurd gelek aştîxwaze. Yên xaka Kurdan dagir kirin, dewletên derdor bûn.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ