Konferansa Şêwira Rojhilat

Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:35

Nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û civakî di konferansekê de li hev civiyan û li ser rewşa herêmê bi hev şêwirîn. Konferansa şêwrê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê di 26 û 27'ê Nîsanê de li bajarê Tilburg ê Hollandayê pêk hat.

Kombûn di heman dema konferansa 'Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê' hate lidarxistin û nûnerên gelek partiyên Rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên siyasî û civakî tevlî bûn. Di roja destpêkê ya konferansê de 2 panel hatin lidarxistin. Di panela destpêkê de Suheyla Qadirî, Mutesem Tatayî, Leyla Marûtî, Ferşad Dûstîpûr û Diyako Muradî axivîn.

Di panela duyem de jî Besê Şamarî, Şîva Amêlîrad, Azad Hecî Aqayî, Sumeye Rostempûr û Navxas Nezarî axivîn.

Di roja duyem de, panelek bi beşdariya Dîmen Sohrabî, Profesor Ebas Welî, Doktor Kameran Metîn, Rojîn Mukriyan, Ezîz Mamlê û Hawjîn Beqalî pêk hat. Piştre amadekarên konferansê nêrîn û pêşniyarên beşdaran di encamnameyekê de kom kirin û pêşkêşî beşdaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.