- Newroz roja yekem a salnameya Kurdî ye û destpêka meha Biharê ye. Cejnekî kevin a Kurdewariyê ye, koka wê digihêje xweza û ruhê serhildanê ya rizgariyê. Piştî bi hezaran sal peyama sedsalê ya Rêber Apo careke din dîroka rasteqîn a Newrozê li Kurdan vegerand.
21’ê Adarê ya hemû salekê dike roja yekem a salnameya Kurdî meha Biharê. Ev roj cejna Newrozê ya Kurdane. Mîrateyeke yê bav û bapîra a baweriya gelên Zagrosê reng û nasnameya Kurdane. Ev cejnin têkiliya xwe bi gûherîna xwezayê ve heye, şoreşa biharê ya piştî zivistana sar û dijwar nûbûna xwezayê ye. Ji bo wê ruhê serhildan, rizgarî û nûbûnê li xwe diafirîne.
Cejna Newrozê ji aliyê dewletnetewe, împaratoriyên herêmê ve hatiye berovajîkirin û ji rastiya wê hewl hatiye dayîn bê dûrxistin. Cejna Newrozê xwedî dîrokeke kevnar digihêje berî sê hezar sal a dema Farisan. Heta hinek çavkanî diyar dikin ku dîroka wê digihêje civaka xwezayî bîr û baweriya ‘Anîmizim’ê. Ku ew jî zindîbûnê îşaret dike.
Dîrokçeya Newrozê…
Em dibînin heman çanda Newrozê li nava destana Demûzî û Înana ya Sûmeran jî heye. Sûmeriyan jî mîna Newrozên niha pîroz kirine û weke serê sala Sûmeriyan dihate zanîn. Arkeolog Henrî Frankfurt dema sala 1930’î di bîranîneke xwe de diyar dike ku Newrozê li nava Kurdan dibîne û navê wê dike cejna Tîrmeh li Kurdistanê.
Dîroka vê cejnê heta digihêje çandiniya li dema şikeftan. Piştî tarîtî û ronahiya zivistan û hatina werza biharê. Ev qonaxe digihêje 10 heta 12 hezar sal piştî zayînê. Ev yek jî bala me dikişîne ser şikefta Şanîdar, Hezarmêrd û Zerzî.
1’ê Newrozê serê salê ye, dibe 1’ê Sûmeriyan. Nave wê jî Cejna Zegmegî Sûmeriyane. Hewlêr yekem cihê ku perestgeha Îştar lê hatî avakirine, salane cejna Newrozê lê tê pîrozkirin. Ev cejin di mîtolojiya Sûmeriyan de bi wateya zindîbûna Demûzî ye. Ev yek di destana Demûzî û Înan de derbas dibe ku piştre di çanda Îştar de navê weke Temûz û Îştar hatiye guherîn.
Efsaneya Kawayê Hesinkar
Dîroka vê cejnê li gor çavkaniyan digihîje sala berî zayînê 612’yan. Her sal ev roj di nav gelê kurd û gelên din ên herêmê de bi coş tê pîrozkirin. Destpêka vê dîrokê xwe dispêre efsaneya Kawayê Hesinkar ê kurekî çeleng ê kurde ku li dijî zilma padîşah Zuhak (Dehaq) serî rakiriye û ew ji holê rakiriye. Li gor efsaneyê, Dehaq padîşahekî zalime û zilmê li kurdan dike. Timî mejiyên serê ciwanên kurd jêre dibin da ku marên li ser milên wî pê xwedî bikin. Kawayê Hesinkar ê li hember vê zilmê serî rakiriye, Dehaq tune kiriye û paşê jî weke nîşaneya serkeftinê agir pêxistiye.
Di nava gelên din de Newroz
Di roja me ya îro de di nava gelek gelên mîna Faris, Tacikî, Efxanî, Belûc û Azerî de bi pêxistina agir û çalakiyên cûr be cûr Newrozê pîroz dikin. Ti demê bi qasî Kurdan ne netew û ne jî gel xwedî li Newrozê derneketiye. Kurd ji dîrokê ve weke cejna netewî û serê sala Kurdî Cejna Newrozê pîroz dikin.
Kombûna bi milyonan Kurdî ya li qadên Newrozê bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe vê yekê jî kir ku rêxistinên navneteweyî di civîna xwe ya 64’an ya sala 2010’an de cejna Newrozê bike cejnekî fermî li cîhanê. Heman demê di benda 49’an a vê biryarê de Newroz weke Cejna Netewî ya Kurdan hatiye nasandin.
Piştî bi hezaran sal Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din Cejna Newrozê digihîne heqîqeta wê ya dîrokî û li ser vî bingehî şoreşeke ya bi navê Partiya Newrozê PKK ava kir. Li ser vê yekê jî wiha dibêje; ‘Em dikarin Newrozê bikin roja herî nêzîkî rizgarbûnê. Me ev yek bi kesayeta xwe daye îsbatkirin.’
Îro jî di peyama sedsalê ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ heman heqîqet û dîroka Newrozê careke din nîşan da. Di serî de çavê gelê Kurd û hemû netewan li serketina vê pêngavê ye. Gel bi ruhê Newrozê û hêviyên ku daxwazên xwe bikin yek û careke din Newrozê bikin Newroza aştî, nûbûn, serketina gelê Kurd, Tirk û hemû gelên bindest.
NAVENDA NÛÇEYAN