Bernameyên ji bo Kaytan û Altûn
Pêncşem 15 Gulan 2025 - 03:10
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li gelek bajar û navçeyan çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.
Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.
Di encamnameya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatibû ragihandin ku ji kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) 3'yê Tîrmeha 2018'an, Riza Altûn jî 25'ê Îlona 2019'an jiyana xwe ji dest dane.
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê 17'ê Gulanê li Qada Seyîd Riza ya li Dersimê û 18'ê Gulanê li Qada Şêx Seîd a li Amedê merasîmên bîranînê yên navendî wê bêne lidarxistin.
Li gelek bajarên herêmên Ege, Marmara, Serhed û Amedê jî wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.
Dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ye:
14'ê Gulanê: Îzmir, Milas/Mugla, Denizli, Balıkesir, Bursa, Riha, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Bedlîs, Qers, Agirî, Erzirom, Îdir
15'ê Gulanê: Mûş, Meletî, Antalya, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Elezîz, Turgutlu/Manisa, Bodrum/Mugla, Stenbol
16'ê Gulanê: Wan, Tekirdag
17'ê Gulanê: Çanakkale, Dêrsim
18'ê Gulanê: Çerkezkoy / Tekirdag, Edirne, Sakarya, Amed
NAVENDA NÛÇEYAN