Emine Şenyaşar: Aştiyê dixwazim

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:20

Emîne Şenyaşar, ku bi çalakiya Nobeda Edaletê ya ku wê dabû destpêkirin bû sembola edaletê wiha got:"Pêvajoyek wisa ku tê de behsa aştiyê tê kirin min pir kêfxweş dike û di tevahiya têkoşînê de min daxwaza edaletê jî kiriye."

Di 14'ê Hezîranê de, beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halil Yildiz dema ku serdana dikandaran dikirin, ketin dikana malbata Şenyaşar û gef li wan xwarin. Malbata Şenyaşar li dijî vê yekê derket û ji aliyê parêzvan û xizmên endamê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz ve bi êrişê rû bi rû man. Di êrîşê de Adil, Celal, Fadil, Ferit û Mehmet Şenyaşar birîndar bûn. Di vê êrişê de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. 

Emîne Şenyaşar li ser nîqaşên aştiyê yên ku di pêvajoyên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine rojevê axivî.

Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku wan 7 salan têkoşîn kirine û tekez kir ku aştî dê sûdê bide her kesî. Emîne Şenyaşar got ku pêvajoyek wisa ku tê de behsa aştiyê tê kirin wê pir kêfxweş dike û di tevahiya têkoşînê de daxwaza edaletê jî kiriye û got, "Bi hezaran kes di girtîgehê de ne. Yên ku 30-40 sal in di girtîgehê de ne hene. Bes e, ez dixwazim ew jî azad bibin. Destpêkirina pêvajoyek nû min pir kêfxweş dike. Aştiyek bi rûmet dê bibe wesîleya tiştên herî xweşik. Yên ku jiyana xwe ji dest dan hebûn. Dilê min û dilê dayikên mîna min şikest. Divê dilê kesekî din neyê şikandin. Ez ji bo kesên ku mirine dua dikim ku rehmetê dixwazim, ji niha û pê ve ne Kurd ne jî kesekî din divê nemire."

JINNEWS/RIHA/DERYA REN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.